Moşek li Herêma Kesk a Bexdayê ketin

Çavkaniyekî ewlehiya Iraqê ragihand ku hejmarek moşekên katyoşa li Herêma Kesk a Bexdayê ketine.

Moşek li Herêma Kesk a Bexdayê ketin
17 mijdar, 2020   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkanî ji Alsumeria News re got: "4 moşekên katyoşa li nêzî Herêma Kesk a naverasta Bexdayê ketine."

Her wiha destnîşan kir ku dengê fîtên hişyariyê ji hundirê Herêma Kesk hatin bihîstin û pergala Patriot hate xebitandin. Çavkanî got, dibe ku bersiva moşekan hatibe dayîn.