Serdana Pompeo ji Parîsê destpê kir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku serdana wî ya navneteweyî dest pê kiriye û dê destpêkê biçe Parîsê.

Serdana Pompeo ji Parîsê destpê kir
14 mijdar, 2020   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Pompeo îro ragihand ku serdana wî dest pê kiriye û dê biçe van welatan; Fransa, Tirkiyê, Gurcistasn, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê. Pompeo bi twittekê piştrast kir ku dê destpêkê serdana Parîsê bike.

Li gorî berpirsên amerîkî dê serdan 10 rojan dewam bike û tê payîn ku Pompeo bi kesayetên mezin ên wan welatan re hevdîtinê bike.

Dê di serdanê de mijarên girîng û di serî de têkoşîna li dijî terorê, çalakiyên Îranê li herêmê û azadiya  olî, bên nîqaşkirin.

Ajans Bloomberg demeke berê diyar kiribû ku Pompeo di serdana xwe ya ji Tirkiyê re bi serokkomarê Tirk an endamên din ên hikumetê re nacive. Rayedarên Tirk ev yek wekî heqaretê bi nav kirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê sêşema borî bi daxuyaniyekê piştrast kiribû ku dê Pompeo berê xwe bide Stenbolê û bi serokê ruhî yê yekemîn ê Xiristiyanên cîhanê Bartholomew El-Ewel re bicive.

(cx)