Koçberên Efrînê: Em bi rêber Apo û welat ve girêdayî ne

Koçberên Efrînê diyar kir ku êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi armanca şikandina vîna şêniyên Efrînê û dûrxistina ji metoda berxwedanî, fikir û felsefeya rêber Ocalan têne kirin û piştrast kir ku ew bi rêber Apo û welat ve girêdayî ne.

Koçberên Efrînê: Em bi rêber Apo û welat ve girêdayî ne
12 mijdar, 2020   15:17
ŞEHBA-LÎNA ŞÊX-ALAN REŞÎD

Di vê dema dawîn de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî zêde bûne û ev yek di nava şêniyên Efrînê yên ku ji 3 salan ve neçarî koçberiya li Şehbayê bûne hêrsek çêkir.

Îro Meclisa herêma Efrînê xwepêşandanek li gundê Babinisê ya girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi diruşmeya "Êdî bes e ji dagirkerî û îxanetê re...dem dema piştgiriyê ye" li dar xist. Xwepêşandêran dewleta Tirk a dagirker û piştevaniya hin hêzên Kurdistanî bi siyasetên dewleta Tirk re şermezar kirin.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Mehmûd Mistefa beşdarekî xwepêşandanê ye wiha got: "Em ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê ji dizîn, qetilkirin, qutkirina daran û xwestina fîdyayan, derketin xwepêşandanê. Her wiha bang li NY’yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku piştgiriya şêniyên Efrînê bikin, ji ber rojane di sûcên dermirovî re derbas dibin."

Mistefa piştgiriya hin hêzên Kurd bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û wiha domand: "Em bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin ku hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re rawestîne, ji ber dewleta Tirk, dewleteke dagirkir e û dijminê gelê Kurd e."

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Meya Xelef da zanîn ku rojeke derbas nabe ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê sûcan pêk neyne û bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re deynin.

 ‘EM BI RÊBER APO Û WELATÊ XWE VE GIRÊDAYÎ NE’

Beyrem Bîlal jî diyar kir ku ew ji 3 salan ve neçar bûn ji Efrînê koçber bin, lê tevî wê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ranewestîne û wiha pê de çû: "Xwesteka me vegera li bajarê Efrînê ye. Ji ber em bi zorê ji dest êrişên hovane koçber bûn."

Şêniyê bi navê Emîne Osman eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên bêserûber ên li dijî herêmê û sûcên xwe hewl dide vîna şêniyên Efrînê bişikîne, ji metoda berxwedanî, fikir û felsefeya Ocalan bi dûr bixe û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk nikare bigihîne armanca xwe, ji ber em bi rêber Apo û welatê xwe ve girêdayî ne."

Li dawiyê jî Ferhad Elûş hêvî kir ku rêxistinên navneteweyî û hiqûqî ji bêdengiya xwe derkevin û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re ên li dijî dijî gelê Kurd deynin.

(fr)

ANHA