Parlementoya Danîmarka dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir

Parlementoya Danîmarka êriş û dagirkeriya desthilata faşîst a dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê  Sûriyê şermezar kirin. Parlementoya Danîmarkayê bi piraniya dengan îro biryareke dîrokî erê kir.

Parlementoya Danîmarka dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir
12 mijdar, 2020   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementoya Danîmerka êrişên dewleta Tirk û dagirkeriya wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Parlementoya Danîmerka ya ku cara yekem êrişên Erdogan a li ser Bakur û Rojhilatê Sûrieyê şermezar kir, bang li YE’yê kir ku gişarên tund li ser Tirkiyeyê bisepîne.

Heman demê parlementoyê piştevaniya xwe ya bi Fransa re ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî wir kiribû, ragihand.

Di pêşnûmeyê de li ser Fransa ev got: “Parlementoya Danîmerkayê piştevanî û destekekî tam dide Fransa ya ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî wan kiriye.”

Di beşeke din a pêşnûmeyê de li ser êrişên Tirkiyê ev hatiye gotin: “ Parlementoya Danîmarkayê êrişkariya leşkerî ya Erdogan a li ser piranî herêmên Kurd lê dijîn nayê qebûlkirin. Banga Erdogan a boykotê şermezar kir, bang li hikûmetê kir ku xebatên xurtir li ser rotaya YE’yê bike ku zextên tundtir li ser Tirkiyeyê bike."

Pêşnûme ji aliyê nûnerên partiyê Jens Joel (S), Michael Aastrup Jensen (V), Jens Rohde (RV), Anne Valentina Berthelsen (SF), Katarina Ammitzbøll (KF) û Partiya Yekîtiya Sor-Kesk (Ø) Søren Søndergaard ve hatin îmzekirin.