Qedexeya derketina derve ya giştî li herêma Firatê hate ragihandin

Şaneya aloziyê ya herêma Firatê bi biryarnameyekê qedexeya derketina giştî li herêma Firatê ragihand.

Qedexeya derketina derve ya giştî li herêma Firatê hate ragihandin
12 mijdar, 2020   13:38
 KOBANÊ

Li gorî biryarnameyê, qedexe ji 15`ê Mijdarê ve dest pê dike û heta 26`ê heman mehê didome.

Her wiha di biryarnameyê de hate destnîşankirin ku li gorî encamên şaneya aloziyê û nirxandina Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ku îhtîmal heye keraseteke mirovî li herêmê rû bide, ji ber ku tedbîr nehatin girtin, qedexeya derketina derve ya giştî li herêmê  hate ragihandin.

Di biryarnameyê de hate gotin ku tevahiya cihên giştî, dikan û cihên olî bi temamî têne girtin.

Li gorî biryarnameyê, xebatên saziyên Rêveberiya Xweser jî têne rawestandin.

Her wiha li gorî biryarnameyê tenê Desteya Tenduristiyê, klînkên taybet, dermanxane, Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê (karkerên paqijiyê, xebatên lezgîn û rewşên awarte yên avê) aş, firin û wekîlên firotina nan, tîmên rewşên awarte yên kehrebeyê, dê karê xwe dewam bikin.

Şaneyê hêvî kir ku şênî bi wan re hevkar bin, rêbazên xweparastinê pêk bînin û pêdiviyên pêwîst ku têra dema qedexeyê dikin, peyda bikin.

(şx)

ANHA