Zeyneb Celaliyan dîsa hate sirgûnkirin û îşkencekirin

Hate zanîn ku  girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan a ji aliyê rejîma Îranê ve ji girtîgeha Kirmanşahê hat derxistin, niha li girtîgeheke bajarê Yezdê ye û îşkence lê hatiye kirin.

Zeyneb Celaliyan dîsa hate sirgûnkirin û îşkencekirin
12 mijdar, 2020   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN


Girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan ji sala 2007'an ve li Îranê di girtîgehê de tê girtin. Zeyneb Celaliyan heta niha sirgunî gelek girtîgehan hat kirin, herî dawî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ji Girtîgeha Kirmanşanê hat derxistin û niha li girtîgeheke bajarê Yezdê ye.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê dabû zanîn ku ji zû ve ye tu agahî der barê Zeynebê de nehatibûn dayîn.

Aktivîsta Kurd Zeinab Bayazidi ya ku kampanyaya “Freedom For Zeynab Jalalian”  (Ji bo Zeyneb Celaliyan azadî) dewam dike, têkildarî rewşa Zeynebê agahî dan Jinnewsê.

Zeinabê têkildarî pêvajoya vîrusa koronayê û sirgûnkirina Zeynebê wiha got: "Li girtîgehên Îranê di demên dawiyê de vîrusa koronayê gelekî zêde bû. Zeynebê jî di bin bandora vê yekê de ma. Di 21'ê Gulanê de ji Girtîgeha Xoyê sirgûnî Girtîgeha Qerçekê ya Weramînê hat kirin. Demekê agahî jê nehat girtin. Hat zanîn ku li wir bi vîrusa koronayê ketiye. Girtîgeha Qerçekê ji bo girtiyên siyasî cihekî pir xirab e. Zeynebê ji bo şertên zor şermezar bike di 21'ê Hezîranê de dest bi greva birçîbûnê kir. Di 27'ê Hezîranê de jî sirgûnî Girtîgeha Kirmanê hat kirin. Herî dawî ew birin Kirmanşanê. Demeke dirêj agahî jê nehat girtin. Herî dawî birin girtîgeheke li bajarê Yezdê."

'ZEYNEB CELALIYAN BI AWAYEKÎ KELEPÇEKIRÎ LI ERDÊ KAŞ KIRINE'

Zeinabê da zanîn ku piştî koronayê kezeba Zeynebê tade dîtiye û bi rehetî hilmê nagire û wiha got: "Çavê wê yê rastê kul bûye. Jixwe Zeynebê li Girtîgeha Kirmaşanê îşkence dît. Zeynebê bi awayekî kelepçekirî li erdê kaş kirine. Kelepçe kirine lingên wê jî. Loma laşê wê mor bûye."