'Rêxistinên mafên mirovan bûne rêxistinên berjewendiyan'

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê balkişandin ser bêdengiya rêxistina mafên mirovan a li hember tecrîda li Îmralî û gotin ev rêxistin tenê rêxistina berjewendiyan e.

'Rêxistinên mafên mirovan bûne rêxistinên berjewendiyan'
12 mijdar, 2020   02:39
KOBANÊ-NÎHAD KARO

22 sal in û hîna rêber Abdulalh Ocalan bi tenê di girtîgeha Îmraliyê de dîl girtiye. Ligel derbasbûna ewqas salan rêxistinên navneteweyî yên ku îdia dikin ku ew parastina mafên mirovan dikin, bê deng in. Tenê Komîteya Têkoşîna li dijî îşkenceyê CPT`ê, çend caran serdana girtîgehê kir û bi raporekê behsa dan û standina nebaş bi rêber Abdullah Ocalan re, kir. Komîteyê rave kir ew ji ber tunebûna serdanên malbatê yên kêm di salên dawîn de, xemgîn e. Daxwaznameyên serdanên parêzeran jî ji sala 2019`an ve tên redkirin.

Têkildarî mijarê Endamên Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Kobanê diyar kirin ku ew ji ber helwestên rêxistinên navneteweyî û dewletên ku mafên mirovan diparêzin, xemgîn in.

Helbestvan û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê Mihemed Ebdo got: “Tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan ne ji nişka ve ye lê belê ji gelek serdeman ve ne û dijminên gelê Kurd hewl didin, şoreşên Kurdan bi rêya girtina serokên şoreşan tune bikin. Lê vê carê rewş cuda ye. Ji ber ku rêber ji serokên din cudatir e. Ew kesekî fîlozof e. Dijminên kurdan carekê hesabê fikr û felsefeya wî dikin û carekê hewl didin sûd jê bigirin.”

Mihemed Ebdo diyar kir ku ew ji bêdengiya cîhanê li hemberî tecrîdê matmayî maye û pirsî: “Gelo ev rêxistin ji bo razîkirina dewleta Tirk bêdeng in, lê ji bo zirar bi berjewendiya wê nebe dema banga azadiya Ocalan bike? Ji ber ev rêxistin êdî bûne rêxistinên berjewendiyan ne rêxistinên mafên mirovan.”

Ebdo destnîşan kir ku Kurdan di dirêjahiya dîroka xwe de tu komkujî li dijî gelan pêk neanîne, berovajî wê, rastî kuştin û qirkirinê hatiye. Îro jî kesek guh nade daxwazên wan û tecrîdê bi dawî nakin.

Ebdo di dawiyê de bang li partiyên Kurd kir ku bibin yek û nebin hevkarên dijmin.

Endamê yekitiyê Henîf Ismet got: “Armanca tecrîdê, rêgirtina li pêşiya belavbûna fikrê Ocalan li herêma Rojhilata Navîn e. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî li fikrê wî derketin û projeya biratiya gelan bi ser ket. Lewra dijminên Kurdan û dewletên faşîst ji dubarebûna tecrûbeya li herêmên me, bi fikar in. Ji ber ku naxwazin gelên wan di ronahiyê de bijîn, her tim dixwazin di tartiyê de bimînin.”

Ismet wiha domand: “Çendîn dewleta Tirk hewl bide, tecrîdê li rêbertî ferz bike, nikare felsefeya wî sînordar bike. Gelên azadîxwaz ev felsefe ji xwe re kir bingeh. Divê gelê Kurd dengê xwe bilind bike û tecrîdê bi dawî bike.”

Ismet di nav gotinên xwe de pirsî: “Gelo rêxistinên ku banga mafên mirovan dikin li ku derê ne? Çima li hemberî binpêkirinên li dijî serokê me bêdeng in?”

Ismet di dawiyê de got, bêdengiya navneteweyî rê da dewleta Tirk ji bo ku mafên kurdan û serokê wan binpê bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bNxnA6z6Mgw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>