‘Divê PDK`ê helwesteke Kurdî ya netewî nîşan bide’

Şêniyên Qamişloyê li ser kiryarên PDK`ê nerazîbûna xwe nîşan dan û diyar kirin ku divê PDK helwesteke kurdî ya netewî nîşan bide û gotin: "Daxwaza derxistina PKK`ê ji Başûrê Kurdistanê ne helwesteke kurdî ye."

‘Divê PDK`ê helwesteke Kurdî ya netewî nîşan bide’
8 mijdar, 2020   09:13
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Roj bi roj helwestên gelê Kurd li hemberî kiryarên PDK`ê zêde dibe, ku Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK`ê pêşmergeyên xwe şandin Herêmên Parastinê yên Medyayê û daxwaza derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê ji wê herêmê kir.

Her wiha serokê PDK`ê Mesûd Barzanî di 2`ê vê Mijdarê de daxuyaniyek da û bi awayekî yekser şer ragihand. Daxuyaniya PDK`ê bi xwe gelek pirs derxistin holê û gelê Kurd bi fikar kir.

Têkildarî mijarê şêniyên bajarê Qamişlo nerînên xwe bi me re parve kirin.

Bawer Ebdulkerîm da zanîn ku li şûna ku PDK`ê dijminahiya dewleta Tirk a dagirker bike, dixwaze şerê birayên xwe yên Kurd bike û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku herêmên Kurdan dagir bike û Kurdan tune bike, li şûna leşkerên xwe pêşmergeyên PDK`ê bi kar tîne.“

Ebdulkerîm wiha dirêjî da axaftina xwe: "PDK`ê di her demê de dibêje ti karê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê li Başûrê Kurdistanê tune ye. Lê gelo çi karê dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê heye? PDK li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ti helwestê nîşan nade, lê belê helwestên hişk nîşanî aliyên Kurdî wekî PKK`ê dide.”

‘DIVÊ PDK HELWESTEKE KURDÎ YA NETEWÎ NÎŞAN BIDE’

Ebdulkerîm Li ser daxuyaniya dawîn ya Mesûd Barzanî wiha got: "Daxuyaniya Barzanî di nava kurdan de veqetînek çêkir. Heke şerek derkeve wê zirarê bigihîne tevahî Kurdan û wê dijmin ji dûr ve li me temaşe bike."

Her wiha diyar kir ku li şûna ku PDK`ê helwestên hişk nîşan dide û hêza xwe ya leşkerî dişîne herêmên gerîlayan, divê xwedî helwesteke Kurdî ya netewî be û wiha domand: “Heke hinek aqil di serê wê de hebe, li şûna şerê dijminan şerê birayên xwe nake.”

`DAXWAZA DERXISTINA PKK`Ê JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NE HELWESTEKE KURDÎ YE`

Ebdulkerîm destnîşan kir ku bi şandina pêşmergeyan ji Herêmên Parastinê yên Medyayê re, Mesûd Barzanî daxwaza Erdogan pêk tîne û ev tişt ji her kesî re eşkere ye û wiha got: “Daxwaza derxistina PKK`ê ji Başûrê Kurdistanê ne helwesteke kurdî ye.”

Beşîr Temê jî diyar kir ku pirsgirêkên niha di navbera kurdan de derdikevin wê bibin sedema derxketina şerê navxweyî û got: "Em naxwazin şerê Kurdî-Kurdî derkeve. Ji ber ku ew şer dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd.”

‘DIVÊ PDK ŞERÊ ALIYÊN KU WÊ TEŞWÎQÎ ŞERÊ BIRAKUJIYÊ DIKIN, BIKE’

Şêniya bi navê Samiya Xelîl jî diyar kir ku ew naxwazin ji ber kiryarên PDK`ê şerê birakujiyê derkeve û wiha da zanîn: "Banga me ji Mesûd Barzanî re ku destê xwe nexe destê Erdogan. Em bi hêvî ne ku ji vê biryarê vegere."

Her wiha Edla Ebdo destnîşan kir ku yên dixwazin şer derxînin dijminên gelê Kurd in û wiha pê de çû: "PDK`ê dibêje bila PKK`ê ji Başûrê Kurdistanê derkeve, ma Pkk`ê kî ye? PKK`ê em in û em jî PKK`ê ne. PKK`ê li ser xaka Kurdistanê ye û şerê kurdiyatiyê nekiriye."

Edla diyar kir ku divê PDK`ê li xwe vegere û got: "Divê PDK`ê şerê yên ku wê teşwîqî şerê birakujiyê dikin, bike, ne şerê birayên xwe yên Kurd bike.”

Edla daxuyand ku ger PDK`ê li xwe  vengere û helwesta xwe ya li beramberî PKK`ê dewam bike dê di serî de zirarê bide xwe û wiha domand: "Divê PDK`ê li gorî perpektîfên dewleta Tirk a dagirker tevnegere.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DqC9wIaQQUc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>