Cotkarên herêma Cizîrê: Tirkiye li pêşiya çavê Rûsya û Amerîkayê êrişî me dike

Cotkarên herêma Cizîrê yên ku zeviyên nêzî sînor di metirsiyê de ne ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker wan bike hedef. Cotkaran bang li dewletên garantor kirin ku sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin.

Cotkarên herêma Cizîrê: Tirkiye li pêşiya çavê Rûsya û Amerîkayê êrişî me dike
Cotkarên herêma Cizîrê: Tirkiye li pêşiya çavê Rûsya û Amerîkayê êrişî me dike
Cotkarên herêma Cizîrê: Tirkiye li pêşiya çavê Rûsya û Amerîkayê êrişî me dike
Cotkarên herêma Cizîrê: Tirkiye li pêşiya çavê Rûsya û Amerîkayê êrişî me dike
Cotkarên herêma Cizîrê: Tirkiye li pêşiya çavê Rûsya û Amerîkayê êrişî me dike
8 mijdar, 2020   07:31
QAMIŞLO – KADAR ÎBRAHÎM

Tevî du peymanên agirbestê yên di navbera Tirkiyê û Amerîka û Tirkiyê û Rûsyayê, lê cotkarên herêma Cizîrê yên ku zeviyên wan nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ye, ji tirsa ku leşkerên Tirk wan gulebaran bikin û tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker newêrin zeviyên xwe cot bikin.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 9'ê Cotmeha 2019'an yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tirkiyê û Amerîkayê di 17'ê Cotmehê û di 22'ê Cotmehê de bi Rûsyayê re peymanên agirbestê ragihandin. Lê dewleta Tirk li gorî agirbestê tevnagere û êrişên xwe li ser herêmê didomînin. Heman demê balafirên keşfê li ser deverên sivîl lê ne, digerînin.

/kr/uploads/files/2020/11/08/073154_qam-cotkar-5.webp

Cotkar Siyamend Îbrahîm ê ji gundê Kerdîm ê navçeya Tirbespiyê ye 500 metre nêzî sînor e, dibêje: "Cotkar niha amadekariyên çandiniyê dikin. Lê em di tirsê de ne ji ber ku dema nêzî zeviyên xwe dibin leşkerên artêşa Tirk a dagirker me dikin hedef."

Dirêjahiya xeta sînor a di navbera navçeya Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê de derdora 70 kîlometre ye, hemû zeviyên çandiniyê ye lê artêşa Tirk a dagirker cotkaran dike û hedef, ji ber wê yekê gelekan zeviyên xwe bêçandin hiştine

/kr/uploads/files/2020/11/08/073311_qam-cotkar-3.webp

Gabar Emîn ê ji gundê Dêrna Qulinga bi bîr xist ku tevî lihevkirinên agirbestê bi Rûsya û Tirkiyê û tevî dewriyeyên hevbeş ên li herêmê tên meşandin, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên Ii ser şêniyên herêmê nesekinandine. Emîn bang li dewletên garantorên lihevkirinê kirin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku li gorî bendên lihevkirinê tevbigere.

'BALAFIRÊN KEŞFÊ ROJANE DIFIRIN'

/kr/uploads/files/2020/11/08/073403_qam-cotkar-2.webp

Xeyda Şiwêş ji aliyê xwe de piştrast kir ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk rojane li ser gundên sînorî digerin da ku tirsê di nav şêniyan de belav bike û wiha got: "Piştî  balafirên bêmirov ên dewleta Tirk gundên Berav ê herêma Dêrikê kir hedef, ji şêniyan re bû çavkaniya tirsê."

Di 6'ê Cotmeha borî de balafireke bê mirov a dewleta Tirk gundên Berav ê herêma Dêrikê bomebebaran kir, di encamê de du sivîl şehîd ketin.

Xeyda destnîşan kir ku Tirkiyê li pêşiya çavên Rûsya û Amerîkayê yên ku bi Tirkiyê re peyman îmze kirine, êrişî şêniyan dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_zNgY--mbxU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>