Ji ber êrişên dagirkeriya Tirk, Zehraya biçûk tedawiya xwe temam nekir

Dewleta Tirk a dagirker gundê wê dagir kir, di encamê de nikarî tedawiya xwe temam bike, her wiha di kampa Waşûkanî de tevî paşguhkirina rêxistinan rewşa wê dijwar e û dayika wê wiha dibêje: "Ez dixwazim wê li pêşiya xwe, mîna keçên dîtir, bibînim mezin dibe."

Ji ber êrişên dagirkeriya Tirk, Zehraya biçûk tedawiya xwe temam nekir
8 mijdar, 2020   08:38
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê li gel xizantiyê, ji dest paşguhkirina rêxistinan a pêşkêşkirina xizmetguzariyên guncaw mîna tenduristî, azaran dikişînin. Her wiha astengdariya zarokên wan jî parçeyek ji xemên wan ên rojane ye, ji ber bi dabînkirina derman difikirin.

Zaroka Zehra Ehmed (5) ji koçbera gundê Deşîşa yê girêdayî navçeya Til Temirê ye û tevî malbata xwe li kampa Waşûkanî bi cih bûye.

 ‘ÊRIŞAN NEHIŞT EW TEDAWÎ BIBE’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/11/08/083935_hesek-zaroka-bi-nave-zehrea-2.jpg

Di encama qezaya trafîkê ya li Lubnanê de Zehra Ehmed ji serê xwe de êşê dikişîne. Lê tevî biçûk e jî nexweşî bandoreke derûnî lê dike. Dîmena serê wê ne normal e. Ji lew re bêyî kum û şerma ji zarokên dîtir dernakeve derveyî kon. Dayika Zehra Ehmed, Kewser Ezo ji ANHA’yê azarên keça xwe vegotin. Kewser Ezo got nikare derman û tedawiya guncaw ji zaroka xwe re peyda bike û wiha domand: "Zehra jî para xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker wergirt. Her wiha bi sedema koçberiyê, me nikarî tedawîya wê bikin."

Kewser Ezo wiha axivî: "Zehra li Lubnanê tûşî qezayeke trafîkê hat, nêzî sal û nîvek di nexweşxaneyê de ma. Min tu alîkarî ji kesî jî wernegirt. Piştî qezayê ez vegerîm gundê xwe yê Deşîşa da ku bixebitim û keça xwe tedawî bikim. Lê belê bi sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker em ji malên xwe neçarî koçberiyê bûn û min nikarî tedawîya wê bikira."

Kewser Ezo diyar kir ku beriya dewleta Tirk a dagirker herêmê dagir bike, bavê Zehra dixebitî da ku wê tedawî bike. Lê belê piştî koçberiyê, rûniştina li kampê û tunebûna derfetên xebatê, niha bavê Zehra rûniştî ye. Bi wê re nexweşiya Zehra girantir dibe.

Kewser Ezo bi lêv kir ku bi sedema qezayê çermê serê wê hat rakirin û qafê serê wê xuya dike. Bi wê re jî bijîşk neçar man ku emeliyeteke din bikin da ku çerm ji lingê wê bibin û pê serê wê binixumînin."

Kewser Ezo eşkere kir ku bijîşk dibêjin divê çermê serê Zehrayê bi lez bê guhartin û wiha pê de çû: "Çermê serê wê êdî ziwa bûye û bandoreke neyênî li qafê wê dike. Her wiha pêdiviya lingê Zehrayê bi emeliyetekê heye, ji ber hestiyê lingê wê yê rastê necebiriye, ji wê zêdetir jî pêdiviya lingê wê yê çepê bi emeliyetekê heye, ji ber baş xwarin nagihîne wê."

 ‘EZ DIXWAZIM LI PÊŞ XWE BIBÎNIM MÎNA KEÇÊN DÎTIR MEZIN DIBE’

Qezaya ku Zehra tê re derbas bûye, hişt ku mejî bilerize û zirar bigihîne kezeba wê. Tu rêxistinên li kampê tevî gelek bangan nebû alîkar. Li aliyekî din jî lêçûna tedawiya Zehra zêdetirî 25 milyon lîreya Sûriyê ye.

Dayika Zehra, Kewser Ezo bang li tevahî rêxistinên mirovî û aliyên pêwendîdar kir ku alîkariya keça wê bikin û wiha bi dawî kir: "Ez dixwazim wê li pêş xwe bibînim mîna keçên dîtir mezin dibe."

(fr)

ANHA