Şam di sala 2020’an de; aloziyên li pey hev û kirinên hikumetê azarên welatiyan zêde kirin

Sala 2020’an, ji aliyê debarê ve saleke herî dijwar di ser şêniyên li herêmên hikumeta Şamê re derbas bû. Tevî ku hikumetê gelek sozên başbûna rewşa jiyanê dabûn û yek jî pêk neanî. Lê berovajî wê bihayên madeyên bingehîn bilind kirin û azarên şêniyan zêde kirin.

Şam di sala 2020’an de; aloziyên li pey hev û kirinên hikumetê azarên welatiyan zêde kirin
8 mijdar, 2020   05:36
ŞAM

Hikumeta Şamê di demeke berê gelek sozên projeyên mezin, tedbîrên başbûna rewşa jiyanê û aborî dabû. Her wiha serokê hikumetê yê berê Hisên Ernos dabû zanîn dê gelek bihayên kelûpelan zêde nebe, piştevaniya madeyên bingehîn bike û mûçeyan zêde bike.

Lê belê tişta bûye berovajî wê yekê bû, di gelek beşên aboriyê de hilweşîn çêbû, lîreya Sûriyê li hember pereyên biyanî daket û bi wê re madeyên xwarinê biha bûn.

ALOZIYÊN LI PEY HEV

Di 2020’an de, li herêmên hikumeta Şamê alozî li pey hev zêde bûn. Benzîn biha bû û aloziya wê çêbû. Her wiha hikumetê biryara da ku piştevaniya benzînê, piştî gelek mehan ji azarên li kolanên Şamê, bajarên Sûriyê û tabûrên li pêş benzînxaneyan, kêm bike.

Wezareta Barizganiyê ya Hundirîn benzînê ji 575 lîreyên Sûriyê bike 850 lîreya Sûriyê ji her lîtrekê re.

Tedbîrên ku hikumetê ji bo sivikkirina aloziya benzînê li herêmên xwe, bi ser neketin. Bi wê re tevgera çûn û hatina erebeyan li kolanên Şamê kêm bû, bihayên sebze û fêkiyan bilind bû û ajokarên erebeyên giştî keysbaziya li sivîlan dikin.

Piştî wê aloziya nan jî çêbû û azar li ser şêniayn zêde kir, di encamê de hikumeta Şamê bihaya nan bi rêjeya ji sedî 100 rakir û bihaya ard jî rakir.

 DEK Û DOLABÊN XWERIZGARKIRINA JI XETÊN SOR

Ya herî balkêş, sînaryoyên van aloziyan dişibin hev. Her wiha made li sûkan dihat kêmkirin û bi wê re şêniyan nikarî dabîn bikira û alozî çêdibû. Piştî wê ew made dihat qutkirin û piştre hikumetê bihaya wê bilind dikir û dihat peydakirin. Bi wê rêyê hikumetê xwe ji siyaseta piştevaniyê û xeta sor a rakirina bihaya van madeyan rizgar dikir.

Tedbîrên hikumetê tenê li ser zêdekirina mûçeyan bû û ya herî dawiyê jî dayîna 50 hezarî lîreya Sûriyê ya carekê anku nêzî 25 dolarî ye. Gel ev zêdebûn bi henekî wesif kir û li ser tevnên civakî pê axivî.

Şêniya bi navê (E.L) ji ANHA’yê re wiha got: "Ev 50 hezar lîreya Sûriyê ya ku hikumeta tenê carekê daye, ku di bingeh de tune bûya, dibe ku rewş baştir bûye. Heta madeyên bingehîn ji ewlehiyê ne, mîna birinc, şekir...û hwd. Bi wê re jî azarên şêniyan ên debarê zêde bûn. Şênî tevahî di xizantiyê de dijî."

Li gorî şêniyan, mîna van zêdebûna mûçeyan bandora wê ya neyênî heye, ji ber ku piştî wê li sûkan bihabûna çêbû û hikumetê jî destwerdan nekir.

ÇÎNA DEWLEMEND Û FÎNANSÊN MÎNA REFAN

Ne tenê çîna xizan di vî welatî de dijî, lê belê çîna dewlemend jî heye ku piştî şer dewlementir bû. Her wiha hin kes û karsaz derketin û çapemeniya hikumetê propogandaya wan dikir ku piştevanê aboriya welat in.

Van karsazan ji projeyên ku hikumetê di demeke berê de li ser diaxivî, sûd wergitin. Her wiha şêwirmenda siyasî û çapemeniyê ya serokê Sûriyê Buseyna Şeiban wiha got: "Dewletên ku di salên şer de li gel Sûriyê sekinîne, tenê ew dikarin beşdarî jinûve avakirina welat bin." Ew jî îşaret bi Rûsya, Çîn û Îranê dike.

Lê belê ev proje tenê propaganda ne û di bin destê karsazan de ne. Her wiha li gorî lêkolîneke aborî, piranî projeyên aborî yên li Sûriyê ku hikumet li ser wê dixebite tu sûd jê tune ne. Di 2018’an de Desteya Istîsmarê ya Sûriyê li ser 118 projeyan erê kir, her wiha ji sedî 46 ji wan projeyan ji destpêka 2020’an de pêngavên cidî avêtin. Li aliyekî din jî ew porje mîna refan bûn ku tu bingeha wê li ser erdê tune bûn.

Ragihandina wan projeyan tê kirin ku rast in û li ser erê bingeha wan hene. Lê belê li gorî raporan her du alî dizanin ku tu planên pêkanîna wan projeyên ragihandî tune ne.

DI NAVBERA HIKUMET Û DEWLEMENDÊN ŞER DE PARVEKIRIN

Li gorî aborînasê ku nexwestiye navê xwe eşkere bibe, piştî 2011’an çîneke din ji karsazan derketin, mîna Al Qatircî, Samir Foz û hwd, ew jî bi rêya aboriya şer, milîs, girêbestên veguhastina çekdar, milîsên herêmî û biyanî, peymanên petrolê, bendên kontrolê yên li herêmên dorpêçkirî û talankirina herêmên koçkirî, derketin. Ramî Mexlof îşaret bi vê çînê kiribû û ji wê aciz bûbû, ji ber li gorî wî ew çîn li ser hesabê wî mezin dibe. Lê Ramî Mexlof jî bi xwe li ser hesabê çîna karsazên beriya wî mezin bûbû.

Aborînas wiha domand: "Piştî 2020’an û Qanûna Qeyser, dê toreya karsazên berê bê guhartin û komên nû yên ji zêriyên desthilatê li şûna wan bên bicihkirin.

Aborînas da zanîn ku hikumet hewl dide sazûmaniyeke aborî ji xwe re ava bike, da ku bi wê re karibe li hember cezayên aborî bisekin. Ji lew re dixwaze pere û aboriya Ramî Mexlox desteser bike. Navê vê merheleyê jî, dabeşkirina hikumetê ya pere û qezencên bazirganan. Her wiha her kesê li hembera girêbesteke nû bisekine dê were tesfiyekirin.

Bo nimûne, hikumetê li ser avakirina parzûna petrolê ya bi navê parzûna Resafê erê kir. Ew parzûn jî dê li başûrê Reqayê be, madeyan ji petrola li bejahiyên Şamê derxe, lê tevî wê jî parzûna Humisê nêzî herêmê ye.

Dê ew parzûn ji hêla şîrketa Arfada Petroleum a girêdayî koma Qatircî ya navneteweyî bi beşî bixebite. Xwediyên wê Husam Qatircî bi rêjeya ji sedî 34, birayî wî Mihemed Beraa Qatircî bi rêjeya ji sedî 33, Ehmed Beşîr Bin Mihemed Beraa Qatircî bi rêjeya ji sedî 33, ne.

Li gorî ku hatiye ragihandin, dê parzûn bi 10 milyar lîreyên Sûriyê bê avakirin anku nêzî 4.7 milyon dolar e. Lê belê li gorî lêkolînên herêmî ev lêçûn tenê têra parzûnkirina avê dike, û têra 60 hezar bermîl petrola xaf nake.

(fr)

ANHA