Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî

Berpirsên rojavayî pêşbinî dikin ku hikumeta Şamê ji nişkê ve hilweşe, çavdêran gotin ku hêviya îxwanan a serkeftina Biden, binkeftî ye. Li aliyekî din Fransayê tedbîrên li dijî rêxistinên îslama siyasî zêde kirin.

Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî
8 mijdar, 2020   04:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rewşa li herêmên hikumeta Şamê, hilbijartinên DYA û rewşa Lubnan û Lîbyayê manşêtên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

 ‘PÊŞBÎNIYÊN HILWEŞÎNEKE JI NIŞKA VE LI SÛRIYÊ’

Girêdayî kar û barên Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Rayedarên rojavayî pêşbînî dikin ku li ser xetên şer ên di navbera her sê herêmên serweriyê yên li Sûriyê de, şer derkeve lê belê bêyî ku guhertinên bingehîn di sînorên wan herêman de çêbin. Her wiha ji ber kûrbûna aloziyên hundirîn û cezayên derve metirsiyên xwe li “hilweşandineke ji nişka ve” li herêmên serweriya hikumetê, nîşan dan.”

Rojnameyê wiha daxuyand: “Cara yekê ji 2011`an ve, tu guhertin di sînorên di navbera her sê herêmên Sûriyê de çênebûn, lê belê rayedarên rojavayî destnîşan kir ku “lîstikvanên” derve û hundirîn dibe ku mijûlbûna Amerîkayê bi hibijartinan bi kar bînin û rewşeke nû li Idlibê yan rojhilatê Firatê derxin. Her wiha texmîn dikin ku dan û standina bi namzetê demokrat Biden re dê li gelek qadan û di nav de Sûriyê ji dan û standina bi Trump re zehmettir be.”

Rayedarekî biyanî destnîşan kir ku hemleya zexta mezin li ser Şamê û di nav de pêkanîna qanûna Qeyserê, tecrîda siyasî, paşguhkirina aborî, hebûna leşkerî ya Amerîkayê û êrişên asîmanî yên Îsraîlê, dê bihêle ku Şam tawîzên hundirîn ên siyasî û jeosiyasî bide. Lê belê metirsiyên aliyên Ewropayê hene ku tevî “zextên mezin” jî Şam tawîzan nede, berevajî wê yekê li herêmên serweriya hikumetê bêyî tawîz hilweşînên mezin pêk bên. Rayedarekî destnîşan kir ku rewşa tevliheviyê, bûyerên kuştinê li başûrê Sûriyê û aloziya aborî û jiyanî li Şamê, mînakên pêşçav ên wê yekê ne.

HÊVIYA ÎXWANAN A SERKEFTINA BIDEN, BINKEFTÎ YE`

Têkildarî hilbijartinên Amerîkayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: Îxwan Muslimîn ji ber pêşketina Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de bi coş in. Mîna ku dixwazin tecrubeya serokê berê Barak Obama yê ku di dema wî de roleke balkêş bi rêya pêla Bihara Erebî lîst, vejînin. Lê çavdêr dibêjin ku Biden ne Obama ye û projeya bikaranîna Îxwanan bi Obama re bê veger çûye.”

Rojnameyê wiha domand: “Çapemeniya Îranê û çapemeniya alîgirê Tehranê bi awayekî balkêş encamên namzetê demokrat erênî nirxandin. Îran hêvî dike ku cihê ku gavên ku di dema Obama de bi dest xistine, vegerîne.

Îxwan Muslimîn dibînin ku bi hevalbendiya wan bi Biden re, dê peywirên şêwirmendiyê yên girîng bi dest bixin û hebûna xwe li balyozxaneya li wê derê xurt bikin, çavdêriyê ji ser çalakiyên wan ên propagandeyê û diravî rakin, her wiha dê destkeftiyan ji koma xwe û şaxên wê yên li derveyî Amerîkayê re, bi dest bixin.

Armanca wan a sereke jî ew e ku zextê li Misirê bikin nexasim serokê wê Ebdulfetah El-Sîsî, tengaviyan li ser Hemasê bidawî bikin û alîkariyên ku ji wan re têne dayîn bi hêsanî bi dest bixin.

Li gorî çavdêran, gelek zehmet e ku Îxwan û alîgirên wan nexasim Qeter hinek mafên taybet ên ku di dema Obama de bi dest xistibûn, careke din bi dest bixin û bandorê li dozên li Rojhilata Navîn mîna doza Lîbya, Filistîn û Sûdanê û heta gera aştiyê ya di navbera Îsraîlê û Kendava Ereban de bikin.

Heta niha Biden bi awayekî fermî behsa stratejiya xwe ya li Rojhilata Navîn nekiriye.”

`AVABÛNA HIKUMETA LUBNANÊ NE NÊZ E`

Li ser asta Lubnanê nivîskar Semîr Qistantîn di gotara xwe ya rojnameya El-Nehar de got: “Gel li benda hikumetê ye. Çapemenî xuya dike ku mijar hema bêje bi dawî bûye. Nakokî tenê li ser dayîna kursiyan hene. Hinek kes serokê erkdarkirî wekî ku rojava û rojhilat desteka wî dikin, nîşan didin. Li gorî min ez bawer im ku serok El-Herîrî bi xwe însiyatîf kir. Ev nayê wateya ku Fransa bertek nîşanî wî daye û dixwaze ku ew bin keve. Ev nayê wateya ku DYA`ê naxwaze hikumeteke Lubnanê ava bibe û karê xwe bike. Lê ez hikumetek li dijî însiyatîfa Fransayê nabînim. Her hikumetek li rêgezên însiyatîfê venegere, ji xwe tune ye. Heke biwelide jî wê mirî be. Zayîn ne nêz e.”

‘HEVDÎTINÊN LÎBYAYÊ BI PÊŞ DE DIÇIN’

Der barê mijarê de rojnameya El-Bayan nivîsî: "Cîgira nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Lîbyayê Stephanie Williams ragihand ku her du şandeyên komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê, di mijara hevpeyvînên der barê pêkanîna xalên lihevhatina agirbestê de hin pêşketin pêk anîn.

Williams piştî bidawîbûna civîna daniştina destpêkê ya hevdîtinan ku li bajarê Gidamis pêk tên, di civîneke çapemeniyê de got: "Hin lihevhatin û pêşketin hene, ev jî tiştekî erênî ye" lê wê behsa berferehiyên der barê mijarên ku lihevkirin li ser wan çêbûye nekir. Her wiha got: "Di danişîna sibê de ez ê behsa berfirehiya xalên lihevhatinê bikim.”

‘FRANSAYÊ WELATÊN ROJAVAYÎ JI BAZARKIRINA BI ÎSLAMA SIYASÎ Û TUNDRAWAN RE HIŞYAR KIRIN’

Têkildarî tedbîrên Fransayê ji bo şopandina radîkalan, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Serokwezîrê Fransayê Jean Castex nîşaneyên bihêz ji welatên Ewropayê û bi taybetî ji Brîtanya û Almanyayê re şandin ku welatê wî dê “bazarkirina” bi tevgera îslama siyasî re qebûl neke. Ji ber ku bi wê yekê radîkalên ku çalakiyên terorî ne tenê li Fransayê li belê li gelek dewletên Ewropayê pêk tîne, tên parastin ku hin welat wan koman dihewînin û di saziyên xwe de bi cih dikin.”

Çavdêrên rewşa Fransayê dişopînin, axaftina Castex wek nameyekê ji serok Macron ji bo aliyên hundirîn û derve ku îslama siyasî di bin navê azadiyê de li Fransa û Ewropayê bi cih kirin, hesibandin.

Xuya ye ku nameya Fransayê ji bo Tunisê jî derbasdar be ku ji wê derê dijberê çanda Fransayê derdikevin. Ji nameyê xuya dibe ku dê Parîs nimûneya îslamî li ser sînorên xwe yên başûr qebûl neke.