Rojnameyên erebî: Komeke tundraw civata Tirk a li Ewropayê bi rê ve dibe

Rojnameyên erebî yên îro der barê tevgera Rûsya û Amerîkayê li Sûriyê de nivîsîn, her wiha mijara arîşeya civata Tirkiyê li Ewropayê û aloziya avakirina hikumeta Lubnanê jî di rojevê de bûn.

Rojnameyên erebî: Komeke tundraw civata Tirk a li Ewropayê bi rê ve dibe
4 mijdar, 2020   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘AMERÎKA HEWL DIDE ARMANCÊN RÛSYAYÊ EŞKERE BIKE’

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Washington hewldanên diplomatîk dike ku dora ‘Kongreya Penaberên Sûriyê’ teng bike, ev kongre tê payîn rojên 11 û 12`ê vê mehê li Şamê bê lidarxistin, Amerîka jî hewl dide ku nehêle dewletên Ewropayê, yên erebî û Neteweyên Yekbûyî jî tev li kongreyê bibin.”

Amerîka hewl dide armancên rastîn ên Rûsyayê eşkere bike û nehêle ku Rûsya armancên xwe pêk bîne. Armancên Rûsyayê ew in ku "dorpêça" li ser Sûriyê rake, hikumeta Sûriyê rewa bike, destkeftiyên leşkerî veguherîne rewabûna siyasî.

Baregeha Himêmîn ya Rûsyayê destpêka mehê, banga lidarxistina kongreyê kiribû, Şam jî ji vê bangê ne razî ye, bi taybet ku di naveroka bangê de hatiye gotin ku "aloziya Sûriyê hinekî aram bûye.”

‘KOMEKE TUNDRAW CIVATA TIRK A LI EWROPAYÊ BI RÊ VE DIBE’

Der barê arîşeya di navbera civata Tirk û ya Ermen li Ewropayê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Pevçûnên ku ev çend roj e li Fransayê di navbera civata Tirk û ya Ermenan de rû dan, diyar dike ku her du civat ji bo desthilata xwe bi hev re hevrikiyê dikin, li Ewropa û derveyî Ewropayê, her yek ji wan dixwaze bibêje ku helwesta wan a der barê şerên li herêma Qerebaxê de di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de dide, helwesta rast e.

Çavdêr dibêjin ku civata Tirk ketiye bin desthialta komeke tundraw a dijî Ewropa, Ermen û Kurdan. Ev boçûnên tundraw piştî hatina Erdogan li ser desthilatê, bi pêş ketin, êdî ew civat tenê dixwaze propagandaya Erdogan bike û piştgiriya planên wî yên li ser Qibris, rojhilatê Deryaya Spî, Qerebax û Lîbyayê de dike. Tevî ku ev helwest li dijî erk û delametên vê civatê yên têkildarî welatên ku lê dijîn.

Çavdêr her wiha dibêjin ku Erdogan bi rêya avakirina mizgeftan xwe berdaye nava vê civatê û wan li dijî Ewropayê bi kar tîne.

‘HEVDÎTINÊN LÎBYAYÊ BI PÊŞ DE DIÇIN’

Der barê mijarê de rojnameya El-Bayan nivîsî: "Cîgira nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Lîbyayê Stephanie Williams ragihand ku her du şandeyên komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê, di mijara hevpeyvînên der barê pêkanîna xalên lihevhatina agirbestê de hin pêşketin pêk anîn.

Williams piştî bidawîbûna civîna daniştina destpêkê ya hevdîtinan ku li bajarê Gidamis pêk tên, di civîneke çapemeniyê de got: "Hin lihevhatin û pêşketin hene, ev jî tiştekî erênî ye" lê wê behsa berferehiyên der barê mijarên ku lihevkirin li ser wan çêbûye nekir. Her wiha got: "Di danişîna sibê de ez ê behsa berfirehiya xalên lihevhatinê bikim.”

‘HIKUMETA EL-HERÎRÎ DI NAVBERA PÊŞBÎNÎ Û NEDIYARIYÊ DE’

Der barê hewldanên avakirina hikumeta Lubnanê de rojnameya El-Nehar nivîsî: "Lubnanî li bendê ne ku di saetên pêş de ka dê encamên hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê çi bin, paşê dê bandora wê li ser rewşa Lubnanê diyar bibe.

Lê pêşdeçûnên pêvajoya avakirina hikumetê tu pergalên nû diyar nekirine ku mirov der barê avakirina hikumetê de di nava vê hefteyê de, pêşbîn be. Hin aliyên nêzî şêwirên avakirinê pêşbîn ku tiştekî wiha pêk bê, piştî ku hate gotin ku di civîna dawî ya di navbera serokê komarê Mîşel Ewn û serokê hikumetê yê erkdar Saad El-Herîrî hin lihevhatin çêbûye.

Hate gotin ku El-Herîrî îro dê biçe koşka Biebda û dê bi xwe re pêşnûmaya pergala hikumetê bibe.”