PYD`ê meclisa xwe ya Girkê Legê hilbijart

Partiya Yekitiya Demokratîk li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo, Rêveberiya Meclisa Partiyê ya navçeyê ku ji 12 endaman pêk tê, hilbijart.

PYD`ê meclisa xwe ya Girkê Legê hilbijart
3 mijdar, 2020   13:21
 QAMIŞLO

Bi dirûşma “Birêxistinkirin û berxwedana gelê şoreşger em ê dagirkeriyê tune bikin û neteweya demokratîk biparêzin” Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê ji bo hilbijartina Meclisa Rêveberiya Herêmî ya navçeyê civînek li dar xist.

Civîn li Navenda Sandîkaya Karkeran a li bajarokê Rimêlanê bi tevlêbûna 150 delegeyên PYD`ê yên navçeyê û gundên girdayî wê li dar ket.

/kr/uploads/files/2020/11/03/132409_124757_girke-civine-pyd-28329.webp

Di civînê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebdulkerîm Saroxan axivî û rola PYD`ê di birêvebirina karên civakê de, birêxistinkirina xebatên xwe li gorî rewşa ku herêm tê re derbas dibe, destnîşan kir. Saroxan got: “Dewleta Tirk amadekariya êrişkirina herêmên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Nepejirandina rejîma Sûriyê çareseriyên siyasî û neqebûlkirina aliyê Rûs dîtina çareseriyan, îsbat dike ku lihevkirinên nû ji bo afirandina şeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina wê ji hêla dewleta ve hene.”

Saroxan destnîşan kir ku siyasetên dewleta Tirk êdî diyar bûne û `maska` li ser rûyê wê jî ketiye. Ew hewl dide demokrasiyê bi hinceta hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê têk bibe. Lewra divê PYD li hemberî van planên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêtir bixebite.

Di civînê de rapora rêxistinî ya xebatên partiyê li Girkê Legê hate xwendin û delegeyan mekanîzmaya firehkirina xebatan di civakê de û xurtkirina birêxistinkirinê nîqaş kirin.

Di dawiya civînê de 12 endam ji bo Rêveberiya Meclisa Girkê Legê û gundên wê hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA