Serokerkanê Yewnanistanê: Tevgerên Enqereyê aştiya li herêmê dixin xetereyê

Serokerkanê Yewnanistanê siyaseta dewleta Tirk a li rojhilatê Deryayê Spî rexne kir û piştrast kir ku Enqere li dijî mafên serdestiyê yên welatê wî disekine, aştî û aramiya li herêmê dixe xetereyê.

Serokerkanê Yewnanistanê: Tevgerên Enqereyê aştiya li herêmê dixin xetereyê
3 mijdar, 2020   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokerkanê Yewnanistanê Konstantinos Floros, di vekirina dewreya 15`an a ewlehiya hevbeş û siyaseta parastinê de got hewldana Enqereyê ji bo desteserkirina herêma aborî ya Yewnanistanê, bi rêya lihevkirineke neqanûnî bi hikumeta Wîfaq a Lîbyayê re ya ji bo xêzkirina sînorên hevbeş, mînaka siyaseta dewleta Tirk a berovajîkirinê li rojhilatê Deryayê Spî ye.

Florosji rojnameya Cathimerini ya Yewnanistanê re diyar kir ku ev lihevkirin li dijî qanûnên navneteweyî ye, mafên serdestiyê binpê dike û aştiya herêmê dixe xetereyê.

Floros got: “Divê hemû bizanin ku mafên serdestiya herêmên deryayî tenê bi rêya lihevkirinên navneteweyî û dan û standinên di navbera hikumetên berpirs de û rêzgirtina ji qanûna deryayan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re, pêk tên. Kirinên Enqereyê provokasyon in. Dewleta Tirk bi kirinên xwe yên yekalî li Deryayê Spî, bi awayekî yekser gefê li aştî û ewlehiya herêmê dixwe.”

Her wiha Floros piştrast kir ku hêzên çekdar ên Yewnanistanê bingeha aramiya li rojhilatê Deryayê Spî ne û parastina mafên serdestiyê û berjewendiyên Yekitiya Ewropayê ne.

(şx)