Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi tawanbariya ku bi zimanê kurdî dinivîsîne, sivîlekî ji Efrînê û hevjîna wî revandin. Çeteyan piştî çend saetan hevjîna wî berda.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sivîlek revand
3 mijdar, 2020   12:47
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku ji Efrîna dagirkirî hatine bidestxistin, çeteyên Ehrar El-Şam ên dewleta Tirk a dagirker duh welatiyekî Kurd ê bi navê Îsmaîl Hemo (38) yê ji gundê Çobana yê ser bi navçeya Cindirêsê ya Efrînê ve, revand.

Li gorî agahiyan, Hemo bi tawanbariya nivîsandina bi zimanê kurdî hate revandin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî siyasetên tirkkirinê û guhertina demografiye pêk tîne.

Çeteyan her wiha hevjîna Ismaîl Hemo, Bêrîvan Hiso jî revand û piştî çend saetan ew berda. Heta niha çarenûsa Hemo ne diyar e.

 (dm)