Serokê Qerebaxê: Hêzên Azerbêcanê nêzî bajarê Şûşa yê stratejîk bûne

Serokê herêma Qerebaxê pêncşemê (duh) ragihand ku hêzên Azerbêcanê tenê çend kîlometreyan dûrî bajarê Şûşa yê stratejîk ê Qerebaxê ne.

Serokê Qerebaxê: Hêzên Azerbêcanê nêzî bajarê Şûşa yê stratejîk bûne
30 cotmeh, 2020   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Arayek Harutyunyan li ser rûpela xwe ya Facebookê dîmenek belav kir û da zanîn ku artêşa Azerbêcanê herî zêde 5 km dûrî bajarê Şûşa ye û got: “Armanca dijmin a sereke dagirkirina Şûşa ye. Yê ku serweriya Şûşayê bike dê Qerebaxê jî bi dest bixe.”

Şûşa bajarê sereke yê vê herêma çiyayî ye û herêma Qerebax û Ermenistanê bi hev ve girê dide. Her wiha nêzî 15 km dûrî Stepanakertê ye. 

Harutyunyan ragihand ku divê di rojên bê de “dijmin” yekser li ber deriyê Şûşa were cezakirin û destnîşan kir ku divê ew bibin yek û bi hev re şer bikin. 

Bi destpêkirina şerê di 27`ê Îlonê de, hêzên Azerbêcanê erdên ku ji salên 1990`î ve ji bin serweriya wan derketibûn, vegerandiku wê demê di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de şer derketibû û di encamê de 30 hezar kes hatin kuştin û Qerebax ku piraniya şêniyên wê Ermenî ne, hate veqetandin.

(oh)