Beşa yekemîn a malbatên sûrî dê îro ji kampa Holê derkevin

35 malbatên sûrî amadekariyên derketina ji kampa Holê dikin ku dê berê xwe bidin bajarê Reqayê û gundewarên wê. Ev beşa yekemîn e ji kampê derdikeve û di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser de pêk tê.

Beşa yekemîn a malbatên sûrî dê îro ji kampa Holê derkevin
Beşa yekemîn a malbatên sûrî dê îro ji kampa Holê derkevin
Beşa yekemîn a malbatên sûrî dê îro ji kampa Holê derkevin
Beşa yekemîn a malbatên sûrî dê îro ji kampa Holê derkevin
28 cotmeh, 2020   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji kampa Holê  hatine bidestixistin, 35 malbatên sûrî ku ji 117 kesan pêk tên, li qadeke kampê ya nêzî deriyê têketinê yê sereke kom bûne û xwe ji bo derketinê amade dikin.

Li gorî berpirsên rêveberiya kampê, dê ev malbat di çend saetên pêş de ber bi bajarê Reqayê û gundewarên wê ve bi rê bikevin.

Berpirsan destnîşan kir ku kesên dê ji kampê derkevin, daxwaznameyên derketinê pêşkêşî nivîsgehên ku di çarçoveya biryara 146`an a Rêveberiya Xweser de têkildarî vê mijarê hatine vekirin, kirin.

Demeke berê, berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a Kampa Holê ji ajansa me re daxuyandibû ku rêveberiya kampê amadekariyên derxista malbatên sûrî dike û dê beşa yekemîn di vê hefteyê de derxe.

Rêveberiya Xweser di 10`ê Cotmehê de, têkildarî derxistina malbatên sûrî yên koçber ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, biryarek derixistibû. Ev yek li gorî civîna ku 5`ê Cotmeha 2020`an di navbera  Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn de hatibû lidarixistin, pêk hat.

Malbatên sûrî yên li kampê li ser 2 beşan in; beşek dixwaze ji kampê derkeve, beşa mezin jî ji ber sedemên jiyanî û ewlehiyê naxwaze ji kampê derkeve.

Li gorî serjimariya herî dawî ya Rêveberiya Kampa Holê, li kampê 17 hezar û 693 malbatên ku ji 64 hezar û 373 kesan pêk tên, dimînin ku ji wan 6 hezar û 706 malbatên sûrî ne û ji 24 hezar û 223 kesan pêk tên.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9pDeDO9sQPE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>