2`yemîn konfransa Kevana Zêrîn dest pê kir

Bi dirûşma “Bi çanda jina azad û tevna hunera şoreşê, em ê dagirkeriyê têk bibin” 2`yemîn konfransa Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna 150 delegeyên ji her sê herêman, dest pê kir.

2`yemîn konfransa Kevana Zêrîn dest pê kir
2`yemîn konfransa Kevana Zêrîn dest pê kir
2`yemîn konfransa Kevana Zêrîn dest pê kir
2`yemîn konfransa Kevana Zêrîn dest pê kir
28 cotmeh, 2020   09:14
QAMIŞLO

Tevgera Kevana Zêrîn 2`yemîn konfransa xwe li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê li dar xist.

Delegeyên ji herêmên Cizîrê, Firat û Efrînê û bajarên Dêrazorê û Reqayê, her wiha nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan ên kantona Qamişloyê beşdarî konfransê bûne.

Konfrasnê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mihemed lidarxistina konfranê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: “Em ji bo birêxistinkririna xwe li ser esasê çand û hunera jina azad û li gorî xeta neteweya demokratîk, konferanaa xwe li dar dixin.”

Rûken diyar kir ku divê ew li hemberî siyasetên dagirkeran ên guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bisekinin û çand û nirxên şoreşa xwe ji xetereya îmhakirinê biparêzin û got: “Qirkirin ne tenê li ser gelê me ye, lê belê li ser çanda me ye ku hebûna me îspat dike.”

Rûken Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em bi rêya konfransê hêvî dikin ku xebatên Kevana Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî herêmên Sûriyê, bên pêşxistin da ku em çand û folklora gelan biparêzin.”

Konferans dewam dike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aac0ecD8XYI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>