Balafirên dewleta Tirk gundên Akrê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Dînartê ya ser bi herêma Akrê ya Herêma Behdînanê bombebaran kirin.

Balafirên dewleta Tirk gundên Akrê bombebaran kirin
27 cotmeh, 2020   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews'ê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Dînartê ya ser bi herêma Akrê ya herêma Behdînanê bombebaran kirin û liv û tevgera balafiran didome.

Hate gotin ku têkildarî ziyanên bombebaranê agahî nehatin zanîn.