Meclisa kantona Girê Spî hişyariya zêdebûna pêlên koçberiyê da

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezzai Mihemed bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên kantona Girê Spî û hişyariya pelên koçberiyê kir. Mihemed bang li civaka navneteweyî û Rûsyaya garantor kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku trajediyeke din dubare nebe.

Meclisa kantona Girê Spî hişyariya zêdebûna pêlên koçberiyê da
28 cotmeh, 2020   01:12
EYN ÎSA

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezzai Mihemed têkildarî binpêkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji agirbestê û êrişên wê yên domdar û hewldanên ketina navçeya Eyn Îsayê û ji ANHA'yê axivî. 

Mihemed êrişên li dijî gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê şermezar kirin, ku di encamê de zarokek hate kuştin û gelek sivîl birîndar bûn.

Hezzai Mihemed diyar kir ku ew ji bêdengiya navneteweyî bi taybet garantor Rûsya li hemberî sûcên ku têne kirin, matmayî maye.

Ji 16`ê Cotmehê ve gundewarê kantona Girê Spî bi dijwarî tê topbarankirin. Her wiha çeteyan sê caran hewl da ji aliyê gundên Seyda, Fatse û Xalidiye derbasî navçeyê bibin. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hewldanên wan şikandin û nehiştin derbasî herêmê bibin.

Çeteyan pêr, li gel derbasbûna karwanekî leşkerî yê Rûsî li ser rêya M4 ku diçû bajarê Til Temirê, hewl da derbasî gundê Xalîdiye yê navçeya Eyn Îsayê bibin. Karwanê leşkerî tenê bi 2 km ji cihê şer dûr bû.

Mihemed di nav gotinên xwe de hişyarî da ku ji ber van sûcan, dê pêlên koçberiyê jî zêde bibin û wiha domand: “Hewldanên dawîn ên çeteyên ji bo ku derbasî herêmê bibin û dengê topbaranê, şêniyên herêmê tirsandin. Ji ber wê şênî tevî zarok û jinan ber bi gundewarên bajarê Reqayê ve koçber dibin.”

Di dawiyê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezzai Mihemed bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirvan kir ku mudexele bikin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku rê li pêşiya pêlên koçberiyê ji herêmê bigirin.

Di çend rojîn derbasbûyî de, gelek top li malên sivîlan li bajarokê Cirin û navçeya Eyn Îsayê ketin. Di encamê de şênî tirsîn û zirar bi malên wan çêbû.

Hejmara koçberên kantona Girê Spî û gundewarê wê yên ku piştî dagirkirina kantonê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de, koçber bûne, gihaşt zêdetirî 100 hezar koçberan. Li gel rewşa aborî ya dijwar a ku Sûriyê tê re derbas dibe, hemû di şert û mercên jiyanî û madî yên dijwar de dijîn.

)şx(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7QAEgGAW5po" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>