Koma Biçûk guhertina demografiya Sûriyê û koçberkirina sivîlan bi darê zorê, red kirin

Wezîrên karên derve yên dewletên Koma Biçûk a têkildarî Sûriyê tekezî bi pêkanîn hemû bendên biryara navneteweyî ya hejmar 2254`an kir û piştrast kir ku ew guhertina demografiya Sûriyê û koçberkirina bi darê zorê red dikin.

Koma Biçûk guhertina demografiya Sûriyê û koçberkirina sivîlan bi darê zorê, red kirin
23 cotmeh, 2020   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi navê wezîrên karên derve yên Koma Biçûk a girêdayî Sûriyê daxuyaniyek hevbeş da. Tê de wezîrên Fransa, Misir, Almanya, Urdun, Erebistana Siûdî, Brîtanya û DYA`yê piştrasta kir ku dê piştgiriya siyasî ya aloziya Sûriyê ya li gorî biryara 2254`an a Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam bike.

Koma Biçûk a girêdayî Sûriyê bang kir ku piştgiriya xebatên nûnerê taybet Geir Pedersen ji bo lidarxistina gera çaremîn a civînan kir da ku dozên cewherî bi şêwazekê ku pêşketineke rastîn çêbe, bên nîqaşkirin.

Komê banga lidarxistina hilbijratinên azad û durist bi NY`y ya li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya hejmara 2254`an kir ku koçberên hundir û derveyî Sûriyê tê de beşdar bibin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriya penaberên Sûriyê û welatên wan pêşwazî dikin, bikin da ku bi rûmet vegerin welatê xwe.

Koma Biçûk a girêdayî Sûriyê, destnîşan kir ku ew bi tundî guhertina demografîk red dikin û got heke ne li gorî pîvanên Komseriya Bilind a NY`yê ya mafên mirovan bin, nabe ku ji bo ji nû ve bicihkirina penaberên Sûriyê alîkarî bên pêşkêşkirin.

Her wiha Koma Biçûk li hemberî gefên terorê li başûrê Sûriyê metirsiyên xwe nîşan da.

(şx)