Li Idlibê 17 serçeteyên Tehrîr El-Şamê hatin kuştin

SOHR'ê ragihand ku Koalîsyona Navneteweyî li dijî civîneke çeteyan li rojavayê Idlibê êrişeke asîmanî pêk anî û tê de 17 serçeteyên Tehrîr El-Şam ên peymanên Rûsya-Tirkiyê red dikin, hatin kuştin. Li aliyekî din şer û topbarana di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dikin.

Li Idlibê 17 serçeteyên Tehrîr El-Şamê hatin kuştin
23 cotmeh, 2020   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku balafireke bêpîlot ku tê texmînkirin ku ya Koalîsyona Navneteweyî ye, li dijî civîneke serçeteyên Tehrîr El-Şam û komên din ên çeteyan re ya li mezreyeke gundê Cekara yê rojavayê Idlibê, êrişeke asîmanî pêk anî. Di encama êrişê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî SOHR'ê, 22 kes di êrişa asîmanî de hatine kuştin ku ji wan 5 sivîl in û 17 serçete û çeteyên ji komên cîhadîst ên ji Tehrîr El-Şam veqetîne û bi çeteyên koma ‘Huras El-Dîn’ re li hev dikin.

SOHR`ê daxuyand ku di nava çeteyên hatine kuştin de, 11 serçeteyên berê yên Tehrîr El-Şamê ne ku ji wan 5 çeteyên biyanî ne. Her wiha çeteyek ji wan tev li DAIŞ`ê bûbû.

Artêşa Amerîkayê roja pêncşemê eşkere kir ku bi balafireke bêpîlot li dijî fermandarên El-Qaîdeyê yên li bakurê rojavayê Sûriyê li nezî sînorê Sûriye-Tirkiyê, êrişek pêk aniye.

Li aliyekî din, şer û topbarana di navbera hêzên hikumetê û çeteyên Tirk de dewam dike. Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan deverên li bajarok û gundên başûrê Idlibê bombebaran kirin, her wiha çeteyan jî bi moşekan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Kefer Nibul a başûrê Idlibê bombebaran kirin.