Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn

Sazî û yekitiyên çandî, helbestvan Cegerxwîn di salvegera 36'an a wefata wî de li ser gora wî bi bîr anîn.

Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
22 cotmeh, 2020   13:53
QAMIŞLO

Îro 21'ê Cotmehê salvegera 36'an a wefata helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn e. Bi vê boneyê merasîmek bîranînê li ser gora wî ya li mala wî ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Endamên Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê-Sûriyê beşdarî bîranînê bûn.

Piştî gul li ser gora wî hatin danîn, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku helbestvan Cegerxwîn banga yekitiyê li kurdan kir û bi pênûsa xwe li hemberî pergalên desthilatdar ên ku hewl didan nasnameya kurdî tune bikin sekinî.

Di axaftinan de bang li hemû nivîskar û gelê Kurd hate kirin ku xeta helbestvan Cegerxwîn bişopînin.

ANHA