Li Qamişloyê saziya mezêxeran a nehemîn hat vekirin

Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê nehemîn saziya mezêxeran li Qamişloyê vekir.

Li Qamişloyê saziya mezêxeran a nehemîn hat vekirin
22 cotmeh, 2020   12:12
QAMIŞLO

Di çarçoveya rêzeprojeyên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê de ji bo sekna li pêşiya aloziyên aborî yên ku herêm tê re derbas dibe, nehemîn saziya mezêxeran li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê hat vekirin. Bi vî awayî qonaxa yekem a vekirina saziyên mezêxeran li hemû bajar û navçeyên kantonê bi dawî bû.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa û meclisa navçeyê beşdarî merasima vekirinê bûn.

Li saziyên mezêxeran hemû madeyên xwarin û paqijkirinê bi buhayên guncaw peyda dibin.

Saziyên mezêxeran li Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Til Koçer, Girkê Legê, Dêrik û Til Hemîs hatin vekirin.

Piştî qonaxa yekem bi dawî kir, dê dest bi qonaxa duyemîn were kirin. Di qonaxa duyemîn de wê hejmara saziyên mezêxeran di nav bajarên mezin de werin zêdekirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7C-8oEr5ONg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>