El-Herîrî: Ez ê hikumeteke demokratîk ava bikim

Seed El-Herîrî, parlementerên ku ew ji bo avakirina hikumetake "ji pisporan û ne ji partiyan" erkedar kiriye, spas kir û got ku erka wî reformên di însîyatîfa Fransayê de hatine, pêk bînin.

El-Herîrî: Ez ê hikumeteke demokratîk ava bikim
22 cotmeh, 2020   13:41
NAVEDAN NÛÇEYAN

Seed El-Herîrî piştî ku hate erkdarkirin, ji Beabedayê got: "Ez ji lubnaniyan re dibêjin ku ez bi biryar im ku pabendê sozê me yê ku ji bo rawestandina hilweşîna ku civaka me, aboriya me û ewlehiya me tehdîd dike û ji nû ve avakirina ya ku ji ber teqîna dijwar a bendera Beyrûtê hate rûxandin, kar bikim. Ez ê pêşî û bi lez hikumetê ava bikin."

Serokkomarê Lubnanê Mîşêl Awin, serokê parlementoya Lubanên Nebîh Berî û serokê erkdarkirî Seed El-Herîrî li qesra Beabeda civiyan. Berî got:" Atmosfera reşbînî bandorê li me hemûyan dike, di pêşerojê de di navbera Şpêla Pêşerojê û Tevgera Niştimanî ya Azad de hewayek xweşbîn heye."