ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17- 10-2020`AN
16 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê, merasîmê bîranîna şehîdên Berxwedana Rûmetê li navenda meclisê li dar dixe, saet 10:00'an.

-Civîna salane ya kooperatîfên herêma Cizîrê li hola civînan a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê li dar dikeve, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şehîd li hola Silko ya bajarê Hesekê bîranîna şehîd Hevrîn Xelef li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sûriya Demokraîtk (MSD) ya buroya Helebê semînerekê li ser rêvebirin û rêgeza rêvebirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdistanê çalakiyekî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê li dar dixe.

DOSYA

- Berevajî herêmên din ên Sûriyê wekî yên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de ne, bajarê Reqayê ku tê de şerên herî dijwar li dijî çeteyên DAIŞ`ê rû dan, bi keda ciwanên xwe û hevgirtina eşîran bi Rêveberiya Sivîl re ji nû ve tê avakirin. Piştî 3 salan ji rizgarkirin Reqayê, bajar bi lez ber bi pêşketinê ve diçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Şêwirmendê parlamentoya Lîbyayê Fethî Mirêmî piştrast kir ku tevahî rêveçûnên çareseriya aloziya Lîbyayê li benda encamên civînên Tunisê ne û got: "Reftarên dewleta Tirk dermetiqî û dûrî qanûnên navneteweyî ne, dema aloziya Lîbyayê çareser bibedê sînorekî ji berjewendiyên dewleta Tirk li Lîbyayê û herêma bi tevahî re deynin." (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Hîna jî mîrasa helbesta gel li herêma Cizîrê heye. Helbestvanên ji gel helbestên xwe di rûniştinên gel, meclisên şêniyên li gundan de dixwînin. Hedefa helbestvanan ji vê yekê eşkerekirina rastî û rewşa herêmê ye. Piranî caran ev helbest dibin stran û di boneyan de tên strandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana Amara ya Wêje, Huner û Werzîşê di roja duyemîn de li kantona Şehbayê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA