‘Divê Êzidî li hember qirkirina siyasî û înkarkirina hebûnê xwe bi rêxistin bikin’

Di kongereya damezrîner a Yetiya Êzidiyan a Sûriyê de hate gotin ku çareya yekane ya ku rê li ber qirkirina siyasî û înkara hebûna êzidiyan bigire ew e ku xwe li hudirner û derve bi rêxistin bikin. Her wiha hate destnîşankirin ku ku hedefa peymana hikumeta herêma Kurdistan û Bexdayê serwerîkirina li ser Şengalê ye.

 ‘Divê Êzidî li hember qirkirina siyasî û înkarkirina hebûnê xwe bi rêxistin bikin’
16 cotmeh, 2020   14:57
QAMIŞLO

Bi diruşma "Em ê bi yekitiyiya xwe Efrîn û Serêkaniyê rizgar bikin", xebatên kongreya damezrîner a yekemîn a Yekitya Êzidiyên Sûriyê li hola Beylesan a li navçeya Amûdê didome. 200 êzidiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, MSD’ê, QSD’ê, YPG, TEV-DEM’ê, nûnerên Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî, nûnerên ji ENKS’ê, nûnerên ji saziyên civaka sivîl, Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratî di kongreyê de amade ne.

 ‘HÊ JÎ GELÊ ÊZIDÎ LI BERAMBER XETERIYÊ YE’

Di xebatên kongreyê, Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed axivî. Îlham Ehmed piştrast kir ku êzidiyên Sûriyê di merheleyeke hesas re derbas dibin, divê êzidî ji tevahî aliyan ve li hember qirkirinên etnîkî yên li dijî wan xwe bi rêxistin bikin. Îlham Ehmed wiha got: "Hê civaka Êzidî li beramber xeteriyê ye, divê li hundir û derve bi yek bin."

Îlham Ehmed bêdengya NY’yê , Koalîsyona Navneteweyî û civaka neteweyî têkildarî sûcên li dijî êzidiyên li Şengal, Efrîn û Serêkaniyê pêk hatine de, rexne kirin û wiha pê de çû: "Hê jî azara Efrînê piştî qirkirina li Şengalê li dar e. Ji lew re divê gelê Êzidî xwe bi rêxistin bike, bibe yek û mafên xwe yên rewa bistînin. Heke êzidiyên li cîhanê bibin yek, dê metalekê ava bikin û ew jî bibe garantor ku qirkirina li dijî wî dûbare nebe."

Îlham Ehmed diyar kir ku ew wek MSD’ê û tevahî saziyên Rêveberiya Xweser li piştî êzidiyên ku azadî û mafên xwe dixwazin û parastina mîras û çanda xwe dikin.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo lidarxistina kongreya damezrîner a yekemîn li êzidiyan pîroz kir û ji wan hêviya serkeftinê di projeya Rêveberiya Xweser de xwest.

Sîham Qeryo wiha domand: "Heta niha civaka Êzidî di 73 fermanan re derbas bûne. Piraniya wan bi destê dewleta Osmanî û Tirkiyê pêk hatin. Dewleta Tirk û Omsanî li dijî gelên dîtir mîna Asûr, Suryan, Ermen, Kurd û Ereb jî komkujî pêk anîn. Fermana dawî ya sala 2014'an e ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat."

Sîham Qeryo destnîşan kir ku dewleta Tirk hê jî li dijî êzidiyên li Efrîn û Serêkaniyê siyaseta qirkirinê pêk tîne û wiha bi lêv kir: "Êzidiyên li Efrîn û Serêkaniyê di qetilkirin û revandin, tecawîzkirin û îşkenceyê re derbas dibin. Tevî qirkirinên li dijî êzidiyan hê jî ji bo hebûnê li ber xwe didin û tê dikoşin."

 ‘HIKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ NEHIŞT EM BEŞDAR BIBIN’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê peyamek ji kongreya demezrîner re şand. Endama Meclisa Serokatiyê ya Yekitya Êzidiyan a Sûriyê Îlyas Seydo ew peyam xwend û wiha ye: "Em di şexsê têkoşer Egîd Civyan de tevahî şehîd û qurbaniyên qirkirina Şengalê bi bîr tînin. Her wiha bejna xwe li hember ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bersiva dane seferberiyê giştî ya ji bo Şengalê ya sala 2014’an, ditewînin. Ji ber wan soza xwe ji bo jinên Şengal û zarokên wan ji bo rizgarkirina wan ji DAIŞ’ê pêk anîn. Her wiha şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ked û qurbaniyên wan silav dikin."

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê bi rêya peyamê wiha da zanîn: "Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk xebitî. Ji lew re sînor di navbera me de danî û dorpêç ferz kir. Her wiha nehişt em beşdarî kongreya damezrîner bin."

Di peyamê de îşaret bi siyaseta niha ya li dijî Şengal, Efrîn û Serêkaniyê de tê kirin û wiha di tê de hate gotin: "Hedef ji vê siyasetê qirkirin û îmhakirina hebûna Kurd e. Hikumeta herêma Kurdistanê bi hevkariya bi dewleta Tirk re planên qirêj pêk tîne. Hedefa wan ji wan planan  şerê navxweyî, reşkirina saziyên êzidî, çandina fîtneyê, tevliheviya ewlehî û aramiyê ye."

ARMANCA PEYMANA HIKUMETÊN BEXDA Û BAŞÛR DE, KONTROLKIRINA ŞENGALÊ YE

Di berdewama peyama Rêveberiya Xweser a Şengalê de bal hat kişandina li peymana di navbera hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê û hikumeta Bexdayê de û wiha hate domandin: "Îxaneata ku herêma Kurdistanê sala 2014'an pêk anîbû, dîsa dûbare dibe, armanc ji vê peymanê serweriya xwe li ser Şengalê ferz bike."

Endama Yekitiya Jinên Êzidî ya Efrînê Gulê Cafer jî diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrîn û êzidiyên li wir bi taybet, sûc pêk anîn û wiha domand: "Dewleta Tirk li Efrînê jinên ku çand û mîraseya êzidiyan diparêzin kirin hedef û li hemberî wan sûcên dermirovî pêk anîn. Her wiha hemû mezar wêran kirin û rê û resmên îslamê ferz kirin ku DAIŞ'ê di pêkanîna wê li Şengalê de têk çû."

NÛRÎ MEHMÛD: DEWLET CÎHANÊ LI HEMBERÎ DAIŞ'Ê BÊ ÇARE MAN, YEKÎNEYÊN PARASTINÊ BANGA ŞENGALÊ BI CIH ANÎ

Di berdewama kongreyê de, berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd axivî û îşaret bi vê yekê kir ku dewletên desthilatdar ên hegemon li Rojhilata Navîn hewl dan hebûna gelê Kurd îmha bikin û siyaetên pişaftin û asîmîlekirina li dijî pêkhateyên ku banga mafên xwe yên rewa kirin, meşandin, her wiha li pêşiya cîhanê ya ku bêdeng ma siyasetên qetilkirin, koçberkirin û êşkencekirin û destavêtin pêk anîn.

Mehmûd diyar kir ku Êzidî beşek ji wan gelên ku di dîrokê de siyasetên qirkirinê li dijî wan hatin meşandin e. Heger navdewletên cîhanê li hemberî êrişên DAIŞ'iyên terorîst bê çar man, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî wê sekinî û ew li Kobanê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin û cîhan tevahî rizgar kir.

Piştî axaftinan, rêziknameya kongreyê ji aliyê Endamê Mala Êzidiyan Farûq Tozo ve hate xwendin û li ser rêziknameya nîqaş hate kirin.

Kongrê wê bi hilbijartina 14 endamên meclisa giştî û encamnameyê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA