Ermenistan: Em ji helwestên NATO û YE’yê yên der barê Tirkiyê de bê hêvî ne

Serokê Ermenistanê Armen Sarkissian mixabiniya xwe ji helwesta NATO, YE û dewletên rojavayê de ya li ser nakokiya li herêma Qerebaxê raber kir.

Ermenistan: Em ji helwestên NATO û YE’yê yên der barê Tirkiyê de bê hêvî ne
16 cotmeh, 2020   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Armen Sarkissian li gel rojnameya The Cretic a brîtanî wiha got: "Hêviya min ji ber gelek sedeman şikest. Di serî de NATO dihêle dewleta Tirk a endamê wê mîna aliyekî sêyem di nakokiyê de be, tu kar ji Tirkiyê re tune ye ku li Qerebaxê bike."

Armen Sarkissian wiha domand: "Endamê NATO’yê çekên wê, bêyî erêkirina ji tu kesî, di nakokiyê de bi kar tîne, mîna balafirên F-16, firokeyên bêpîlot û leşkeran."

Armen Sarkissian da zanîn ku DYA’yê tu fişarên mezin nake. Li gel wê jî bi hilbijartinên serokatiyê re mijûl e.

Armen Sarkissian destnîşan kir ku hikumeta Îsraîlê ragihand ku ew çekên parastinê difiroşe dewletê, ku ew jî li dijî gelê Ermenistanê bi kar tîne.

Armen Sarkissian got: "Dema şer dest pê kir, diviyabû wan xebata radestkirina çekan bisekinanda. Lê belê ew yek nekir. Ne tenê hêviya min ji vê dozî şikestye lê belê dostên min ên yahûdiyên ji Îsraîl, heta Moskov û New Yorkê jî şikestiye."