Enqereyê ji bo teskirina S-400’an qada hewayî ya li hemberî Deryaya Reş qedexe kir

Dewleta Tirk ji bo testkirina sîstema moşekan a S-400 ya Rûsyayê gelek biryar da û li gorî wê qada hewayî û deryayî ya li hemberî Deryaya Reş qedexe kir.

Enqereyê ji bo teskirina S-400’an qada hewayî ya li hemberî Deryaya Reş qedexe kir
16 cotmeh, 2020   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanasa Reutersê ragihand ku piştî moşekên S-400 gihaştin Tirkiyê, dewleta Tirk ji bo îro sîstema parastina moşekan a Rûsyayê S-400 biceribîne, gelek biryar dan û li gorî van biryaran qada hewayî û deryayî li hemberî Deryaya Reş jib o demekê qedexe kirin.

Zêdekirina tedbîqatan dibe ku aloziya dewleta Tirk a bi DYA`yê re gurtir bike. DYA û Tirkiye endamên NATO`yê ne û DYA bi tundî kirîna sîstema S-400 ji Moskovê red kir, ji ber ev sîstem gefan li sîstemên parastinê yên NATO`yê dixwe.

Washingotinê par beşdariya Tirkiyê ji balafirên F-35 re sekinand û gefa ferzkirina cezayan xwar, lê dîsa jî ji destpêka hefteya derbasbûyî ve çapemeniya Tirk dîmenên veguhastina moşekên S-400 ji nuqteyên nêzî Enqereyê ber bi bakur ve belav kirin.

Tirkiyê qada hewayî ya nêzî bajarê Sînop qedexe kir da ku moşekan biceribîne.

(eh)