Yewnanistan: Astengkirina balafira wezîrê me yê karên derve şantajeke din a dewleta Tirk e

Yewnanistanê astengkirina balafira ku wezîrê karên derve yê Yewnanistanê tê bû, şermezar kir. Balafira werîzê Yewnanistanê ji Iraqê vedigeriya û beriya bikeve qada hewayî ya Tirkiyê, 20 deqeyan hatibû astengkrin.

Yewnanistan: Astengkirina balafira wezîrê me yê karên derve şantajeke din a dewleta Tirk e
16 cotmeh, 2020   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Yewnanistanê dewleta Tirk tawanbar kir ku hatina wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias roja pêncşemê heta 20 deqeyan, dereng xistiye. Bedevkê hikumeta Yewnanistanê Stelios Petsas diyar kir ku ev şantajek e ku li şantajên dewleta Tirk zêde dibe. Petsas hêvî kir ku bûyer di pêşerojê de dubare nebe û anî ziman ku Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê gilînameyek pêşkêşî hikumeta Tirkiyê kiriye.

Dewleta Tirk jî îdia kir ku balafir bêyî rêwîtiyeke diyar ji Iraqê derketiye lê piştî ku rêwîtî hatiye diyarkirin, destûra derbasbûna balafirê hatiye dayîn.

Ji 10`ê Tebaxa borî ve li ser çalakiyên Tirkiyê yên lêgerînê li herêma Yewnanistanê ya rojhilatê Deryaya Spî, têkiliyên di navbera her du welatan de xerab bûne.