​​​​Komxebata ​MSD’ê: Divê êlên herêmê roleke cewherî bilîzin

Beşdarên komxebata 9`an a ku Meclisa Sûriya Demokratîk li herêmê li dar dixe, destnîşan kir ku divê êlên herêmê bi roleke cewherî li herêmê rabin.

​​​​Komxebata ​MSD’ê: Divê êlên herêmê roleke cewherî bilîzin
​​​​Komxebata ​MSD’ê: Divê êlên herêmê roleke cewherî bilîzin
​​​​Komxebata ​MSD’ê: Divê êlên herêmê roleke cewherî bilîzin
​​​​Komxebata ​MSD’ê: Divê êlên herêmê roleke cewherî bilîzin
​​​​Komxebata ​MSD’ê: Divê êlên herêmê roleke cewherî bilîzin
16 cotmeh, 2020   13:02
QAMIŞLO

Îro Meclisa Sûriya Demokatîk (MSD) bi dirûşma “Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê” komxebata 9`an li Seyrangeha Sîpan a li ser rêya giştî ya Qamişlo-Dêrikê li dar xist.

MSD ji lidarxistina mîna van komxebatan armanc dike ku mafên hemwelatîbûn, mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyê û xurtkirina jiyana hevbeş li saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser pêk bîne.

135 nûnerên Meclisa Rûspiyên Êlan, nûnerên Rêveberiya Xweser, oldar, Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Qamişlo û Dika Gel a Yekitiya Kurd tev li komxebatê bûn.

Di panelê de du mijarên girîng hatin nirxandin; diyaloga Sûrî-Sûrî bi opozîsyon û bi hikumeta Şamê re û diyaloga Kurd-Kurd û bandora wê li ser çareseriya siyasî. Mijara duyemîn têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê de û rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser de, mekanîzmaya pêşxistina tevlêbûn û karê di nava saziyên Rêveberiya Xweser de.

Mijara yekemîn ji hêla hevseroka MSD`ê Emîne Umer û endamên Meclisa Serokatiya MSD`ê Îlham Mitlî, Îbrahîm El-Selaj û Canda Mihemed ve hate nirxandin.

DIYALOG Û PÊŞNIYAR

Emîne Umer destnîşan kir ku ew ji van komxebatan armanc dikin ku Rêveberiya Xweser û ya Sivîl bi rêya pêşniyar û nîqaşên ku di komxebatan de têne kirin, bi pêş bixin.

Emîne diyar kir ku diyaloga Kurd-Kurd dikeve xizmeta çareseriya Sûriyê û bi awayekî baş bi rê ve diçin. Heke diyalog bi dawî bû û aliyên Kurd li hev kir, dê komseriya bilind a hilbijartinan were avakirin û amadekariyên pêkhatina hilbijartinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin.

Emîne behsa hewldanên aliyên ku dixwazin diyaloga Kurd-Kurd bikin hincet da ku tevliheviyê li herêmê belav bikin û got ew komplo bi saya hevgirtina gelên herêmê li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş têk çûn.

Her wiha Emîne da zanîn ku armanc ji diyaloga Kurd-Kurd, parastina projeya Rêveberiya Xweser û bicihanîna aştiyê ye û got: “Xebatên siyasî çareseriya herî guncaw ji aloziya Sûriyê re ye. Bi rêya wê yekitiya axa Sûriyê tê parastin û dagirkirin bi dawî dibe, koçber jî vedigerin warên xwe.”

Emîne wiha pê de çû: “Ev komxebatên dikevin xizmeta diyaloga Sûrî-Sûrî. Ji bo berjewendiya gelê Sûriyê ev xal gelekî girîng in. Em li pêşiya her hewldanekê li djî herêmê sekinîn. Ev alî hîna hewl didin van komxebatan bi bin bixin.”

Piştî bidawîbûna axaftinan di mijara yekemîn de, deriyê nîqaş ji beşdaran re hate vekirin.

Beşdaran pêwîstiya bidawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî destnîşan kir ku dê ev diyalog dûrî mudaxeleyên derve, berjewendiya gelê Sûriyê pêk bîne. Her wiha dan xuyakirin ku opozîsyona Sûriyê ya li derve, tenê ajandeyên dewletên derve li Sûriyê pêk anîn.

Beşdarên komxebatê piştrast kir ku pêwîst e alî rêzê ji hev re bigirin, şaşiyan derbas bikin û çareser bikin, yekitiyê û biratiyê di nava gelan de ava bikin û yekitiya axa Sûriyê biparêzin û çeteyên ku axa welêt dagir kirine, tune bikin.

Beşdaran pêwîstiya lîstina êlan roleke cewherî li herêmê pişrast kir, ji ber ku herêm xwedî taybetmendiyeke êlî ye û xuya kir ku diyaloga Kurd-Kurd di vê pêvajoyê de gelekî girîng e û pêkhatina lihevkirina Kurdan, nayê wateyê parçekirina Sûriyê û dûrxistina pêkhateyên din.

(şx)

ANHA