‘Zêdegaviyên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryayê Spî sebra Ewropayê kêm dike’

Yewnanistanê ragihand ku sebra Ewropayê li hember nêzîkatiyên dewleta Tirk li rojhilatê Deryayê Spî nemaye, di heman demê de pesnê têkiliyên navbera Amerîka û Yewnanistanê de da.

‘Zêdegaviyên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryayê Spî sebra Ewropayê kêm dike’
16 cotmeh, 2020   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Kathimerini ya Yewnanistanê, berdevkê hikumeta Yewnanistanê Stelios Petsas îro (în) di şîroveyek li ser lûtkeya civata Ewropayê ya li Brukselê de diyar kir ku sebra Ewropayê bi Tirkiyê ji ber zêdekirina rageşiyê li rojhilatê Deryaya Spî, nemaye.

Petsas destnîşan kir ku Atîna hewl dide ku komek ceza û rêbazan bi dest bixe da ku dewleta Tirk zanibe ku Ewropa ger were xwestin li ser ferzkirina cezayan israr dike, diyar dike ku bêyî Ewropayê divê Amerîka û Rûsya nêzîkatiyên dewleta Tirk şermezar bikin.

Her wiha Petsaa pesna têkiliyên Atîna û rêveberiya Amerîkayê da û wek têkiliyên avakar wesif kirin.

Pestas piştrast kir ku dewleta Tirk dê hilbijartinên Amerîkayê bi kar bîne da ku bibe sedema aloziyên din.