Li herêma Cizîrê saziya mizexiran a 7'emîn hate vekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê saziya 7'emîn a mizexiran li herêmê vekir.

Li herêma Cizîrê saziya mizexiran a 7'emîn hate vekirin
15 cotmeh, 2020   14:24
QAMIŞLO

Wekî gavekê ji bo sivikirina barê welatiyên Sûriyê ya ji ber krîza aborî bandor bûye, Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê saziya 7'emîn a mizexiran li herêm vekir. Di saziyê de hemû pêwîstiyên xwarin û vexwarin û kelûpelên din peyda dibin û bi buhayê guncaw tên firotin.

Sazî li bajarê Qamişloyê bi amadebûna hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telhet Yûnis, endamên Desteya Aborî û bi dehan şêniyan hate vekirin.

Telhet Yûnis armanca vekirina saziyê diyar kir û got, ji bo piştgiriya şêniyan û rêgirtina li ber keysbaziya pazirganan e.

Hevseroka Şirketa Newroz a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Yûsif, diyar kir ku di saziyê de buhayên kelûpelan erzan e û destnîşan kir ku wan heta niha 7 saziyên mizexiran li herêma Cizîrê vekirine.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pJdVJSjdYlg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>