'Dê Kurd bi yekitiya xwe li hemberî qirkirinê bisekinin'

Hevseroka Saziya Civaka Sivîl a Helebê diyar kir ku dê gelê Kurd bi yekitiya xwe li hember hemleyên qirkirinê yên Tirkiyê yên li dijî kurdan, bisekine.

'Dê Kurd bi yekitiya xwe li hemberî qirkirinê bisekinin'
13 cotmeh, 2020   05:11
HELEB-ARIF SILÊMAN-MIHEMED EBDO

Desthilata Tirk bi serkêşiya AKP’ê ya bi serokatiya Erdogan hemleyên qirkirina siyasî, bi taybet li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê pêk tîne.

Dewleta Tirk bi rêya hemleya bi navê"Hemleya Kobanê" hewl dide gelê Kurd tesfiye bike, çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve vejîne. Her wiha hewl dide plana xwe ya li Rojava bi bin ketiye li Bakurê Kurdistanê pêk bîne.

Hemleya girtinê ya li Tirkiyê, li dijî 82 kesan pêk hat. Dewleta Tirk wan kesan bi rêxistinkirina çalakiyên 2014’an a li dijî çeteyên DAIŞ’ê tawanbar dike.

Hevseroka Saziya Civaka Sivîl a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sûad Hesen siyaseta dewleta Tirk a faşîst a li dijî vîna gel û girtina hevşaredaran şermezar kir û wiha got: "Di vê merheleyê de gelê Kurd, endamên şaredariyan û HDP’ê yên li Bakurê Kurdistanê di hemleya qirkirinê ya AKP’ê re derbas dibin."

Sûad Hesen wiha domand: "Endamên şaredariyê dengê civakê ne, 6 milyon mirovan bi vîna xwe dengê xwe da nûnerên şaredariyan. Em îro jî di şexsê AKP’ê de dibînin ku qirkirina siyasî li dijî endamên şaredariyan pêk tê."

Sûad Hesen wiha da zanîn: "Hedef ji qirkirinê şerkirina Kurd û têkbirina wan li çar parçeyên Kurdistanê ye. Dewleta Tirk êrişî Heftenîn, Rojava û tevahî Sûriyê kir, herêmên mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Lê belê tevahî planên xwe bi bin ketin."

NE DEMOKRAT E

Sûad Hesen diyar kir ku HDP’ê û şaredarî nûnertiya vîna gelê li Bakurê Kurdistanê dikin û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk ne dewleteke demokrat e. Ji ber êrişî vîna gelê li Bakur dike. Demokrat êrişî vîna gel nakin."

Sûad Hesen destnîşan kir ku şaredarî ji pîroztirîn saziyên gel ên li tevahî dewletê ne. Ji ber ku alîkariya gel dike, pirsgirêkên wan çareser dike. Lê dewleta Tirk di serî de jî AKP’ê li dijî van çareseriyan in. Her tim dixwazin destkeftiyên ku Kurd pêk tînin, derbe bike.

YEKITIYA KURD

Sûad Hesen bi lêv kir ku dewleta Tirk bi rêya qetilkirina ciwanê Kurd ê ku guhdarî strana kurdî dikir peyamek wiha da: "Divê Kurd li ser erdê nemînin. Divê zimanê wê bê qirkirin, her wiha çand û gewdeya wê jî." Lê divê Kurd bi yek destî li hember faşîstê bisekine.

Sûad Hesen da xuyakirin ku dewleta Tirk piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê, Serêkaniyê û Girê Spî kir, her wiha piştgiriya çeteyên li Sûriyê kir ku vîna gelê Kurd bişikîne. Lê belê tevahî êriş û planên wê bi bin ketin. Çi dibe bila bibe kurd dê li ser vê xakê bimînin.

Di dawiyê de Hevseroka Saziya Civaka Sivîl a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sûad Hesen wiha got: "Dê rojek were vîna siyasî, rêxistinî û leşkerî ya gelê Kurd hebe. Divê gelê Kurd bi yek dest bin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/untUHtTv00E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>