Jinan li keviyên Firatê mûm ji bo bîranîna şehîd Hevrîn pêxistin

Bi rasthatina salvegera şehadeta têkoşer Hevrîn Xelef, endamên Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê daxuyaniyek da, tê de şehîd Hevrîn bi bîr anî, soza şopandina rêça wê ya aştî û azadiyê da.

Jinan li keviyên Firatê mûm ji bo bîranîna şehîd Hevrîn pêxistin
Jinan li keviyên Firatê mûm ji bo bîranîna şehîd Hevrîn pêxistin
Jinan li keviyên Firatê mûm ji bo bîranîna şehîd Hevrîn pêxistin
Jinan li keviyên Firatê mûm ji bo bîranîna şehîd Hevrîn pêxistin
Jinan li keviyên Firatê mûm ji bo bîranîna şehîd Hevrîn pêxistin
11 cotmeh, 2020   19:57
TEBQA

Bi dehan jinên herêma Tebqa li keviya başûrê çemê Firatê nêzî bendavê kom bûn. Jinan salvegera yekemîn a şehadeta têkoşer Hevrîn Xelef bi bîr anî. Wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, alên partiyê hildan. Endama rêveber a partiyê Radiya Abid daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Salek di ser suîqastkirina sembola aşît û yasmîna Sûriyê Hevrîn Xelef re derbas bû. Hevrîn şehîda zindî di dil û rihê me de ye. Ew têkoşer e û ji bo oxira parastina welat canê xwe da.

Ev sûca ku li dijî wê pêk hatiye, bandoreke mezin ne tenê li ser sûriyan kir, lê belê li ser tevahî cîhan jî kir. Hevrîn ne tenê kesayeteke sûrî bû, lê belê sembolek ji têkoşîna aştî ya banga azadiya gelan û yekitiya wê dikir. Hevrîn Xelef dît ku serkeftina misoger bi rêya yekitiya pêkhate û etnîkên wê ye ku bi yek destî li dijî dagirkeriya faşîst bisekinin.

Têkoşîna wê tijît serkeftin û destkeftî bûn ku ji gelê xwe re pêk anîn. Ne ji destên îxanetê bûya dê ev serkeftin zêde bibûna. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk di 11’yê Cotmeha 2019’an ew hedef girt.

Guleyên ku di sînga wê re bi hovît derbas bûne û destdirêjiya li cenazeyê wê li pêş çavên cîhanê têrê nekir ku têkoşîna ku wê di dilên me de çandiye bi dawî bibe û têrê nake ku ji mêjiyên me derxîne. Hevrîn yesmîn çand, hişt ku em biçinin û li tevahî xakê belav bikin û dijmin têk bibin.

Em Rêveberiya Jinan a herêma Tebqayê îro soza xwe ji yasmîna Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef re nû dikin, da ku rêçpa wê heta rizgrkirina tevahî xakê bişopînin û parastin destkeftiyan bikin.

Em bêdengiya civaka navnetweyî ya paşguhkirina muhasebekirina sûcdarên vê sûcê bi tundî şermezar dikin. Ji ber hedefgirtin ne tenê ya şehîd Hevrîn bû, lê belê hedefgirtina biratiya gelan û mirovahiyê jî bû. Da ku têkiliyên gelê Sûriyê ya li ser yekitî, azadî û demokratiyê hatiye avakirin, qut bikin."

Di dawiyê de jinan li ser keviyên çemê Firatê mûm pêxistin, kulîlên yesmînê raxistin.

(fr)

ANHA