​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt

"Ez dikarim bikim û dê bikim jî" Bi van gotinan Hevrîn Xelef ji 11 saliya xwe ve dest bi têkoşînê kir. Hedefa xwe bi gotin û pratîkî pêk anî û bû pêşenga jinên azad û çêkera çareseriyê ji bo aloziya Sûriyê. Şehadeta wê cîhan tev hejand û rêya jinên dildarên azadiyê ronî kir.

​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
​​​​​​​Hevrîn Xelef dîroka nûjen nivîsand û li pey xwe mîraseke ji hêviyê hişt
12 cotmeh, 2020   04:13
QAMIŞLO-NECBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Hevrîn Xelef li pey xwe mîraseyeke nemir ji berxwedan û têkoşînê ji nifşên nû re hişt, bû meşale û sembola jinên azad, bi navê xwe di nava gewretirîn jinên cîhanê de yên ku ev cîhan guhartine, nivîsand. Arşîveke zindî ji hêviyê hişt. Hevrîn ji biçûkaniya xwe de wiha gotibû: "Ez dikarim bikim û dê bikim jî" û heta roja şehadetê ji bo Sûriyeke demokratîk û jiyana aştiyane tê koşiya.

Jiyana şehîd Hevrîn Xelef li kolaneke Dêrikê di 1983’yan de dest pê kir. Li nav malbateke welatparêz ku ji dayika Sûad, bavê Hecî, 4 bira û xwişkeke bi navê Zozan pêk tê, mezin bû. Dayika wê Sûad 2 caran bi rêber Abdullah Ocalan re li Şam û Lubnanê rûniştiye, vê yekê jî bandor li kesayeta Hevrînê kir.

Hevrîn Xelef piştî 4 birayan a 5’an e. Ji lew re taybetmendiya wê li gel malbat û bavê wê hebû. Roja jidayikbûna wê bi bûyîna kulîlka yasmînê ya bi bêhna xwe tê naskirin, hat şibandin, her wiha heza mirovan ji wê kulîlkê re jî.

Ji biçûkaniya wê heta ciwantî û roja şehadetê, her kesê ku ew nas dikir, jê hez dikir.

Ji biçûkaniyê de taybetmendiyên Hevrînê yên exlaqî, têkiliya civakî ya baş a bi derdor, dibistan û kolanê re, heta di cihê kar de hebûn. Bi Hevrînê re ev sifet heta asta şehadetê ya ku cîhan tev hejandî, mezin bûn.

Li nav malbatê bi gelek bernavan dihat naskirin; bavê wê digotê ‘Şêrîna Babo’, birayê wê yê mezin jî digotê ‘Ezîza Dil’.

Ji biçûkaniyê de hîsa welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtiye, dihat naskirin. Vê hezkirinê jî hişt ku tev li tîma Newroz a Şano ya Zarokên Dêrikê bibe, wê demê temenê wê 11 bû, wê demê rola wê di tîmê de aktoriya mafên mirovan bû. Di heman demê de şano li ser bûyerên komkujiya Helebçeyê bû. Dayika wê got tu rol ji bilî wê tune bû ku pê rabî û wê jî bersiv da: "Ez dikarim bikim û ez ê bikim jî."

Hevrîn Xelef li Dibistana Meimon a seretayî di 1990’î de xwendiye, bi exlaqê baş li gel kadroya perwerdeyê û hevrêyên xwe yên Dêrikê dihat nasîn. Di dibistanê de ya herî serkeftî bû û di kar û kokên cil û rapêça xwe de balkêş û heta bêjî ciwan û delal bû.

Merheleya navîn jî ne kêmî ya seretayî bû, di Dibistana Zuhêr a Dêrikê de sala 1996’an xwendiye. Di refa 5’an ji merheleya seretayî ji bo beşdariya di olimpiyata bîrkariyê li ser asta parêzgehê de hat hilbijartin û pileya yekemîn wergirt.

Merheleya amadehiyê li dibistana Telîaya Keçan li bajêr xwend. Lê piştî refa 12’an a zanistî wergirt, berê xwe da bajarê Helebê da zanîngehê temam bike, lê belê nikarî xewna xwe ya zarokatiyê ya fakulteya tibê pêk bîne.

Di fakulteya Endazyariya Sivîl a bajarê Helebê de qeyda xwe çêkir. Dayika Hevrînê dem bi dem di xwendina zanîngehê de serdana wê dikir û moral dida wê. Di 2009’an de ji fakulteya endazyariya sivîl a Helebê derçû û merheleyeke nû di jiyana Hevrînê de dest pê kir.

Bi destpêka bidawîkirina fakulteya endazyariya sivîl de, şehîd Hevrîn Xelef ji hêla şaxa ewlehiyê ve kete bin kontrolê. Tevger û çalakiyên wê hatin şopandin. Ji ber ku malbata wê di aliyê welatparêziyê de naskirî ye û bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û ji malbatên şehîdan e.

Şaxa ewlehiyê ya Dêrikê rojane lêpirsîn ji Hevrînê re çêdikir. Navê wê di lîsteya navên li ser ewlehiya dewletê xeter in de bû. Malbatê wê demê ked û pere ji bo bidestxistina karekî li saziyên Dêrikê yên xizmetguzarî ji Hevrînê re da, lê bê encam bû.

Hevrîn Xelef wek tevahî keçên Dêrikê jiyana xwe dest pê kir. Piştre tev li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kiriye, bû. Dest bi rêxistinkirina çîna ciwan kir. Ciwan tev li saziya Nûrî Dêrsimî ya fikir kir, piştre saziyên civaka sivîl bi rêxistin kirin.

Piştî demekê ji xebat û rêxistinê, Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 21’yê Çileya 2014’an de hat ragihandin, desteyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê hatin avakirin. Hevrîn Xelef bû Cîgira Desteya Enerjî ya kantona Cizîrê. Di 2015’an dema hin desteyên Rêveberiya Xweser bûn yek, Hevrîn Xelef wek Hevseroka Desteya Aborî ya Cizîrê hat hilbijartin. Di vê desteyê de bi cidî xebitî, roleke mezin di danîn û stûnên bingehîn a desteyê de da, alîkariya rêxistina aliyên aborî yên li herêmê kir.

BI ÇAREYA SIYASÎ LI SÛRIYÊ BAWER BÛ, JI LEW RE BIJARDEYA SIYASÎ VEBIJART

Hevrîn Xelef heta destpêka 2018’an di erka şopandina rewşên aborî yên li herêmê û dabînkirina pêdiviyên şêniyan de dewam kir. Piştre tev li xebata siyasî bû û bi komek ji welatparêzên sûrî re hewl da partiyeke giştî ji sûriyan re ava bike.

Di dema lidarxistina kongreya damezrîner a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê de bi beşdariya blokên siyasî; erebî, kurdî, suryanî, şêxên eşîrên li Bakurê Sûriyê û endamên partiyê, di 27’ê Adara 2018’an de, Hevrîn Xelef wek Sekertera Giştî ya Partiyê hat hilbijartin.  Ji ber rola wê ya aktîf di damezrandina partiyê de hebû.

Piştî erkdariya wê ya Sekreteriya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li herêmên gelê Ereb pir, mîna Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û hwd xebitî. Daxmaya xwe li gel jinên ereb ên wan herêman hişt. Bi wê re jî gelek jin tev li xebatê bûn.

Hevrîn Xelef bi çareseriya li Sûriyê ya siyasî bawer bû ku bi şer bi dawî nabe. Her tim di hevpeyvînên xwe de digot; çareya herî guncaw ji aloziya Sûriyê re di destê sûriyan de ye, ew jî bi rêya diyaloga sûrî-sûrî ye. Bi wê re jî dê civak xwe bi xwe li ser tevahî astan bi rêya saziyan xwe bi rêxistin bikin û divê mafên gel di pêkanîna çarenûsê de hebe.

Hevrîn Xelef bi têkoşîna xwe ya siyasî û çalakiya bênavber a bi rêya têkiliya bi çînên civak û tevahî aliyên siyasî re berdewam kir. Da ku çareyekê ji aloziya Sûriyê re ya siyasî deyne û xwînrijandina sûriyan bi dawî bike.

Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ya di 9’ê Cotmeha 2019’an de pêk hatine, DAIŞ’ê dest bi tevgerê kir ku aramiya herêmê derbe bike. Di roja înê ya 11’ê Cotmeha heman salê de û dema ku Hevrîn li ser rêya M4 ber bi Qamişlo ve ji erka xebata siyasî diçû de, bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin û gihaşt asta şehadetê. Di 12`ê Cotmehê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê şehadeta Hevrîn ji raya giştî re ragihand.

Di dirêjahiya salên şoreşê de Hevrîn Xelef ne tenê li Dêrikê têkoşiya, lê belê di rewşên dijwar de têkoşiya û bû pêşenga tevahiyan bi taybetî jinan.

Şehadeta wê cîhan tevahî hejand, bi taybet jin. Bi şehadetê re cîhan û jinan tevahî piştgiriya wê kir, ji ber ku nûnertiya jinên azad dikir û hewl dida bi rêbazên aştiyane aloziya Sûriyê çareser bike.

Piştî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef bi awayekî hovane hedef girt, çalakiyên şermezarkirinê li ser asta cîhan, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin.

Ji nav jî hemleya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê ji bo komkirina îmzeyan. hemleyek bi dirûşma"Edalet ji Hevrîn Xelef re" da destpêkirin. Her wiha bang li rêxistinên sivîl, kesayetên siyasî û hiqûqî kir ku vê bangê pêk bînin û îmzeyan kom bikin da ku bişînin aliyên peywendîdar ji bo lêpirsîna dosyaya wê.

Komîteya lêpirsîna doza suîqastkirina şehîd Hevrîn Xelef hat avakirin, da ku sûcdarên sûcên şer li Bakur û Rojihatê Sûriyê bi taybet li dijî jinan pêk anîne, bibin dadgehên navneteweyî.

Weqfa Mafên Jinan a Geşkirinê AWID gelek navên jinên ereb, Amazighî û kurdî xistin "arşîfa Emel Nesewî". Ew jî ji bo xelatkirin û vejandina salvegera jinên ku cîhan guhartine, jiyana xwe ji dest daye û arşîveke ji hêviyê zindî li pey xwe hiştine, pêk hat.

Ji têkoşerên jin ên jiyana xwe ji dest daye, Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bû. Hevrîn Xelef ji bo Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî,  ji bo geşkirina wekheviya di navbera jin û mêr de û ji bo garantiya maf û azadiya tevahî jinan bi hemû etnîkên xwe, dixebitî.

Şaredariya Barcetoy a girêdayî bajarê Parma ya Îtalyayê navê Hevrîn Xelef li pira çemê Sar (Rio Revo Freddy) kir, li her aliyên pirê wêneya wê daliqand. Li ser pirê hat nivîsandin ku "Ji bo mafên jinan tê koşiya, bi sedema îxanetê mir."

DAYIKA HEVRÎN DI ODEYA WÊ DE HEMÛ ALAVÊN WÊ PARASTINE

Dayika Hevrîn Xelef, odeya Hevrînê kiriye muze. Tiştên wê, cil, pênûs, lênûskên ku li ser bîranînên xwe nivîsandine, her wiha bûyer û rûdanên şoreşa 19’ê Tîrmehê kom kirine. Her wiha pirtûkxaneya wê ya taybet jî tê de heye. Bawername, alav û amûrên endazyariyê jî tê de hene.

Bi rasthatina salvegera yekemîn a şehadeta Hevrîn Xelef a ku dikeve 11’ê Cotmehê, dayika wê Sûad Mihemed wiha got: "Hatina Hevrînê piştî 4 xortan ji malbatê re kêfxweşî bû. Ji lew re li gel ferdên malbatê cuda bû. Roja hatina wê ya dinê me bi kulîlka yesmînê şiband. Yesmîn jî bi bêhn û hezkiriya mirovan jê re tê nasîn. Bi wê re jî kulîlka yesmîn mezin bû û piştre kulîlka yesmîn wek sembola ala partiya ku damezrandiye vebijart."

Sûad Mihemed wiha domand: "Hevrîn ji zarokên min ên dîtir cûdatir bû, ji ber ku ew henûn, hestiyar, hêdî bû  û rihê berpirsiyartiyê li gel wê hebû."

Sûad Mihemed wiha diyar kir: "Hevrîn di tevahî tiştên xwe de dixwest di nava hevrê û heta ferdên malbatê de cuda be. Ji lew re tevahî ferdên malbatê dixwazên wê bi cih dianîn. Heta di dema xwendina wê ya seretayî de min cilên wê bi destê xwe dirûtin."

HEVRÎN DI BÎRA DAYIKA XWE DE NEMIR E

Hê jî rihê şehîd Hevrînê ji bîrewariya dayika wê de nemir e, ji ken, deng. Her wiha bi dema 36 salan hevrêya rêça dayika xwe bû. Ji lew re şehadeta wê bandoreke mezin li gel dayikê çêkir.

Dayika Hevrîn Xelef, Sûad Mihemed wiha bi dawî kir: "Ez sod didim ku şopa keça xwe û hevrêya rêça xwe pêk bînin, da ku doza wê bigihînin dadgehên navneteweyî. Ji bo sûcdarên ku ev sûc kirine werin muhasebekirin.  Her wiha tevî ku ew siyasetmedarek bû, banga çareserkirina aloziya Sûriyê dûrî xwînrijandin û zimanê kuştinê dikir."

‘DÊ JIN BIGIHÎJIN HÊVIYÊN XWE, DEMA BI KESAYETA XWE BAWER BÛN’

Ji aliyekî din ve jî Nisrîn Mihemed Şerîf ji yek damezrînerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bû û hevrêya şehîd Hevrîn Xelef bû wiha got: "Şehadeta Hevrîn Xelef di guhên me de wek brûskekê bû. Ji ber ku taybetmendiyên wê yên jina têkoşer bû ku di oxira garantiya mafên jinan de dixebitî."

Nisrîn Mihemed Şerfî destnîşan kir ku Hevrînê her tim digot dê jin bigihîjin hedefên, dem bi şexsiyata bawer kir, xwedî biryar bû û li xwe gerî.

Nisrîn Mihemed Şerîf wiha gotina xwe berdewam kir: "Şehîd Hevrîn bû pêşenga tevahî jinên pê re. Ji ber hêdîbûn, nermbûn û dan û standina xwe ya baş li gel tevahiyan hezkirî bû."

Nisrîn Mihemed Şerîf wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hedefa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi dawîkirina rol û têkoşîna jinan e. Ew jî bi rêya hedefgirtina kesayetên siyasî ye, mîna şehîd Hevrîn Xelef û hwd. Ji lew re em soz didin ku dê li ser şopa şehîd Hevrîn bimeşin, hedefên wê yên damezrandina Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî ku bi mafên jinan itîraf bike, pêk bînin."

NAVENDA JINAN XWEDÎ LI DOZA HEVRÎN Û TEVAHÎ DOZÊN GIRÊDAYÎ JINAN DERKET

Girêdayî mijarê, endama rêveber a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan Mizgîn Hesen wiha got: "Hin hiwldanên girîng ji bo parastina doza şehîd Hevrîn Xelef di civînên navneteweyî û ewropî de hene. Ji ber hin parêzer xwedî li doza wê derketin. Hin parêzer jî li ser gihandina vê dozê ji dadgehên navneteweyî re dixebitin."

Mizgîn Hesen diyar kir ku dayika şehîd Hevrîn Xelef serdana Ewropa kir û zêdetirî 7 mehan li wir ma da ku dadgehên ewropî xwedî li doza suîqastkirina şehîd Hevrîn Xelef derkevin.

Mizgîn Hesen wiha got: "Kesên şehîd Hevrîn Xelef suîqast kiriye, tevahî dizanin, ew jî çeteyên Ehrar Şerqiye ne. Dewleta Tirk a dagirekr ew çete helandin da ku tu kes wan li ser vê komkujiya hovane muhasebe nekin."

Di dawiyê axaftina xwe de Mizgîn Hesen wiha got: "Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan hemleya komkirina îmzeyan dest pê kiribû. Nêzî 500 parêzer, rêxistinên sivîl, navneteweyî û herêmî îmze kirin. Ev hemle jî peyamek ji dadgeha cinayetan re bû da ku sûcdaran muhasebe bikin. Dê navenda me jî bi tevahî aliyan re bibe alîkar da ku edaletê pêk bîne."

Şehadeta Hevrîn Xelef daxma û muhrek li cîhanê hişt, bi taybet li Dêrikê. Ji lew re jinên Dêrikê pitikên nû bi navê wê bi nav kirin. Di roja şehadeta wê de Leyla Elî pitikek anî dinê û nave Hevrînê li wê kir.

Leyla Elî ji şêniyên Dêrikê ye û di roja şehadeta Hevrîn de ji bo welidînê li nexweşxaneya Wetanî bû. Ji ber bi şehadet û bişirîna wê ji ser wê nediçû navê zaroka xwe kir Hevrîn.

Leyla Elî wiha destnîşan kir: "Şehîd Hevrîn mohrek li derdora xwe da. Ew jî ji ber hestiyarî û xweşikbûna dilê wê û dan û standina baş a bi tevahî pêkhateyên civakê re bû."

Dayika şehîd Hevrîn Xelef keça xwe endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Ferhad Remedan, li gel bi hezaran şêniyên Bakur û Rojilatê Sûriyê bi stranên folklorîk li Goristana Şehîd Xebat di 13’ê Cotmeha 2019’an de spart axê.

(fr)

ANHA