Li Kobanê salvegera yekemîn a şehadeta têkoşer Hevrîn Xelef hat bibîranîn

Di çarçoveya hemleya"Dagirkeriyê têk bibin….têkoşîna ji bo aştiyê pêk bînin" de Nivîsgeha Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya knatona Kobanê salvegera yekemîn a şehadeta têkoşer Hevrîn Xelef û hevrêyê wê Ferhad Remedan bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.

Li Kobanê salvegera yekemîn a şehadeta têkoşer Hevrîn Xelef hat bibîranîn
11 cotmeh, 2020   18:08
KOBANÊ

Nivîsgeha Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Firatê daxuyaniyeke nivîsekî bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta Hevrîn Xelef da. Hevrîn Xelef di 11’ê Cotmeha par de di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê de şehîd bûbû.

Cîgira Nivîsgeha Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya kantona Kobanê Cîhan Xelîl daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê xwend. Di daxuyaniyê de bi dehan karkerên saziyên sivîl, endamên partiyên siyasî yên kantonê amade bûn. Beşdaran alên partiyê, wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û pankartên bi nivîsên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hildan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gefên êrişkirina nû li herêmê dixwin. Hedefa wan jî berfirhekirina herêmên ku dagir kirine, fîtneyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de biçînin, gel ji hev bikin, têkiliyên wê têk bibin û destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe bikin.

Di 12.09.2019’an de Sekertera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û hevrêyê wê Ferhad Remedan hatin hedefgirtin.

Wan jiyana şehîd Hevrîn Xelef bi guleyan bi dawî kir, lê belê nikarîn têkoşîna wê bi dawî bikin. Her wiha nikarîn bi hezaran ji jinên sûrî û pêkhateyên gelê Sûriyê bi tevahî ol, çand, ziman û baweriyên xwe ji meşa li ser rêça wê bi dawî bikirana.

Me dest bi hemleya têkbirina dagirkerî, parastina şoreşê û bilindkirina têkoşînê ji bo azadî û aştiyê kiriye. Ew jî ji bo vejandina salvegera yekemîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û hevrêyê wê Ferhad Remedan, e.​​​​​​​

Bi rêya vê hemelyê em di têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker, siyaseta wê ya faşîst û bidawîkirina hebûna wê li herêmên me de berdewam in. Bang li gelê Sûriyê li hundir û derve dikin, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera yekemîn a şahadeta Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn vejînin, sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker eşkere bikin, dengê aştî û rastiyê bilind bikin. Dê têkoşîna xwe bilind bikin. Piştevaniya rêxistinên hiqûqî û jinan di bilindkirina dengê aştî û rastiyê de bikin. Soza xwe ji bo pêkanîna hedefên şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan û tevahî şehîdên di oxira parastina welat ku de canê xwe daye, nû dikin."

Daxuyanî bi pêxistina mûman li ber wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û hevrêyê wê Ferhad Remedan bi dawî bû.

(fr)

ANHA