Li kampa Berxwedanê ya li Şehbayê merasîma xiyabî ya 2 şehîdan

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê beşdarî merasîma xiyabî ya 2 şehîdên têkoşer Mihemed Emîr Reşîd û Nîdal Haşim bûn. Merasîm li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê li dar ket.

Li kampa Berxwedanê ya li Şehbayê merasîma xiyabî ya 2 şehîdan
11 cotmeh, 2020   18:04
ŞEHBA

Şêniyên herêma Efrîn beşdarî merasîma xiyabî ya şehîd Mihemed Emîr Reşîd(Seyid Riza) yê di girtîgeha Albistan a wîlayeta Meraşê de di 3’yê vê mehê de şehîd bûbû û şehîd Nîdal Haşim (Xebat) yê ku di 22’yê Hezîrana 1999’an li Şiladizê şehîd bûbû, bûn.

Dikeya kampa Berxwedanê ya kantona Şehbayê bi kulîlk, wêneyên şehîd û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hat xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko li ser berxwedana her du şehîdan di girtîgehên dewleta Tirk de û li ser malbatên her şehîdan ên ku bi malbatên welatparêz tên nasîn, axivî.

Bi navê Kongreya Star Ferîde Îbo jî axivî û sersaxiya malabtên her du şehîdên bi nave Seyid Riza û Xebat kir û got ne ji şehîdan bûya, şoreşa me li tevahî cîhanê nedihat sepandin.

Endama Rêveber a PYD’ê Hediye Yûsiv jî wiha got: "Şehîdên me mîna aleke bilind li ser rêyên me ne. ji bona wan dive Kurd ked bidin û li ser şopa wan bimeşin, her wiha dive parastina rêça wan a pîroz bikin."

Bi navê Rêveberiya Xweser jî Hevîn Reşîd axivî: "Mijara herî girîng ku ji me tê xwestin, yekitiya nîştimanî ya Kurd e. Ji ber bêyî wê Kurd nagihîjin hedef û vîna xwe."

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ferîde Hesen wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên kirin.

Merasîm bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pakaSfUpJsk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>