Pêngava komkirina îmzeyan a ji bo rakirina tecrîdê berdewam e

Pêngava komkirina îmzeyan a ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li kantona Şehbayê berdewam e.

Pêngava komkirina îmzeyan a ji bo rakirina tecrîdê berdewam e
11 cotmeh, 2020   15:21
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX

Meclisa Jinên Azad a kantona Şehbayê 8'ê Cotmehê bi daxuyaniyekê pêngava komkirina îmzeyan ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan da destpêkirin. Meclisê di daxuyaniyê de piştevaniya xwe ji pêngava KCK'ê re nîşan da.

Meclisa Jinên Azad wê bi hevkariya Meclisa Jinan a Sûriyê dê îmzeyan radestî rêxistinên navnetewî ya cîhanê bike da ku dengê şêniyan bighîne raya giştî ya cîhanê.

'EM Ê BI HEMÛ RÊBAZAN ÇALAKIYAN BIDOMÎNIN'

Endama rêveber a Meclisa Jinên Azad a kantona Şehbayê Rîhab Cibo girîngiya pêngava KCK'ê ya "Bes ji tecrîd, faşîzm, dagirkerî, dem dema azadiyê" destnîşan kir û got: " Fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi jinên li Şehbayê hate naskirin. Tevahî gel û pêkhateyan bi fikirê rêbertî yên ku banga biratiya gelan dikin bawer in. Bi saya fikir û felsefeya rêbertî jin bûne xwedî roleke sereke."

Rîhab bi domdarî got: "Em jinên li Şehbayê xwest beşdarî hemû çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bibin ê ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navneteweyî hate girtin. Ji ber wê me heman dîrok hilbijart û dest bi pêngava komkirina îmzeyan li kantona Şehbayê bikin."

Têkildarî rêveçûna pêngava komkirina îmzeyan Rîhab Cibo diyar kir: "Elaqeya şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê bi pêngavê pir mezin e. Pêngav di çarçoveya komkirina îmzeyan de sînordar namîne, lê belê em ê têbikoşin û çalakiyan zêde bikin da ku pergala îmraliyê hilweşînin. Pêngav berdewam e, dê tevahî kantona Şehbayê bigire nav xwe. Li navçeyên Fafîn û Ehrisê, pêngav bi rêya komînan li bajarokê Nefernaya û navçeya Til Rifetê û tevahî gundên din berdewam e."

ANHA