Planên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn di panelekê de hatin vegotin

Bi diruşmeya "Bi yekitiya me ya niştimanî em ê dagirkeriya Tirk a li ser xaka xwe têk bibin", saziyên civaka sivîl ên Reqayê panelek li ser planên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn li dar xist.

 Planên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn di panelekê de hatin vegotin
11 cotmeh, 2020   14:51
REQA

Panel bi boneya salvegera yekemîn a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, li hola Tac a bajarê Reqayê hate lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî panelê bûn.

Panel bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre, endamê rêveber ê saziyên civaka sivîl Yûsif Kotî axivî û bal kişand ser armanc û panlên dewleta Tirk a dagirker ên li Rojhilata Navîn.

Kotî dîroka komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girêda û got: "Ev êriş di rêzexelekên Tirkiyê de tên ên ku gefan li her projeyeke azadiyan gelan, bi taybet gelên Rojhilata Navîn dixwe."

Yûsif Kotê destnîşan kir ku Tirkiyê armanc dike dewleta Osmanî zindî bike û tevgerên rizgariya gelan têk bibe.

Kotî îşaret bi kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmên ku dagirkirine kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi navê "Kaniya Aştiyê", dest bi operasyona êrişên li ser herêmê kir, komkujiyên hovane pêk anîne, sivîl qetil kirin û bi hezaran dan koçberkirin û li ber çavên dewletên ku îdia dostaniya gelê Sûriyê dikin, herêm dagir kir.

Panel bi nîqaş û berisva pirsan bi dawî bû.

ANAH

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IAPp64fGYCc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>