Rêveberiya Xweser biryara vekirina hemû deriyên sînor da

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara vekirina hemû deriyên sînor da.

Rêveberiya Xweser biryara vekirina hemû deriyên sînor da
11 cotmeh, 2020   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara hejmara 149'an da.

Li gorî biryarê;

-Tevgera li gorî hemû biryarên derbarê girtina deriyên sînor ên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de têne rawestandin.

-Tevahî deriyên sînor ji bo derbasbûn û derketina weletiyan, bêyî astengî ji roja duşemê 12-10-2020'an tên vekirin.

-Ji bo deriyê Sêmalkaiyê rewş li gorî berî dimîne, heta biryarek din din were dayîn."

ANHA