'Şehîd  Hevrîn Xelef bû dengê jina azad'

Li navçeya Sirînê ya Kobanê  şehîd Hevrîn Xelef di çalakiyekê de hate gotin" Hevrîn Xelef banga aştî, biratiya gelan û jiyana hevbeş dikir û bû dengê jina azad."

'Şehîd  Hevrîn Xelef bû dengê jina azad'
'Şehîd  Hevrîn Xelef bû dengê jina azad'
'Şehîd  Hevrîn Xelef bû dengê jina azad'
'Şehîd  Hevrîn Xelef bû dengê jina azad'
'Şehîd  Hevrîn Xelef bû dengê jina azad'
11 cotmeh, 2020   14:31
KOBANÊ

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta Sekreta Giştî ya Partiyê têkoşer Hevrîn Xelef çalakiyek bi diruşma "Têkbirina dagirkerî û têkoşîna ji bo azadiyê" li dar xist. Hevrîn Xelef di dema êrişa dewleta Tirk a dagireker li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî de di 12’yê Cotmeha 2019’an de şehîd bûbû.

Çalakî li navenda Çandê ya navçeya Sirînê hat lidar xistin. Di çalakiyê de nûnerên ji saziyên herêmê û endamên rêveber ên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê amade bûn.

Berpirsê Têkiliyên Leşkerî yê QSD’ê li bajarokê Sirînê Ezîz Mistefa, hevserokê bajarokê Sirînê Mistefa Muslim axivîn. Di axaftinan de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Li aliyekî din jî endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Zozan Nebo daxuyanî bi navê partiyê xwend. Zozan Nebo wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca berfirehkirina dagirkerî, çandina fîtneyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de, jevkirina têkiliyên civakî û têkbirina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye careke din gefên êrişkirina herêmê dixwin."

Zozan Nebo wiha domand: "Di 12.09.2019’an de Sekertera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan hat hedefkirin. Hevrîn Xelef banga aştî, biratiya gelan û jiyana hevbeş dikir û bû dengê jina azad. Her wiha ji bo sepandina aştî û bidawîkirina wêraniyê, parastina xak û gelê Sûriyê, parastina maf û destkeftiyên xwe xebitî. Banga diyalog û dan û standinê dûrî qetilkirin û tundiyê dikir, da ku Sûriyê ber bi ewlehiyê ve bibe."

Zozan Nebo destnîşan kir ku jiyana şehîd Hevrîn Xelef bi guleyan bi dawî kir, lê belê nikarîn têkoşîna wê bi dawî bikin. Her wiha nikarîn bi hezaran ji jinên sûrî û pêkhateyên gelê Sûriyê bi tevahî ol, çand, ziman û baweriyên xwe ji meşa li ser rêça wê bi dawî bikirana.

Zozan Nebo ragihand ku dest bi hemleya têkbirina dagirkerî, parastina şoreşê û bilindkirina têkoşînê ji bo azadî û aştiyê kiriye. Ew jî ji bo vejandina salvegera yekemîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û hevrêyê wê Ferhad Remedan, e.

Zozan Nebo wiha bi dawî kir: "Bi rêya vê hemelyê em di têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker, siyaseta wê ya faşîst û bidawîkirina hebûna wê li herêmên me de berdewam in. Bang li gelê Sûriyê li hundir û derve dikin, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera yekemîn a şahadeta Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn vejînin, sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker eşkere bikin, dengê aştî û rastiyê bilind bikin. Dê têkoşîna xwe bilind bikin. Piştevaniya rêxistinên hiqûqî û jinan di bilindkirina dengê aştî û rastiyê de bikin. Soza xwe ji bo pêkanîna hedefên şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan û tevahî şehîdên di oxira parastina welat ku de canê xwe daye, nû dikin."

Di dawiya çalakiyê de Koma Şehîd Hevrîn helbest û stranên kurdî gotin.

(fr)

ANHA