Pêkhateyên Şengalê li dijî peymana li ser Şengalê dimeşin

​​​​​​​Şêniyên Şengalê li dijî peymana ku bêyî wan di navbera hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê de li ser Şengalê hate amadekirin, dest bi meşê kirin.

Pêkhateyên Şengalê li dijî peymana li ser Şengalê dimeşin
11 cotmeh, 2020   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 9'ê Cotmehê de rêveberiya Bexda û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê li ser Şengalê di nava xwe de peymanek îmze kirin. Ev peymana ku bêyî tevlîkirina şênî û rêveberên Şengalê hate amadekirin, li Şengalê bû sedema hêrseke mezin.

Şêniyên Şengalê ji bo helwesta xwe li dijî vê peymana li derveyî wan hatiye amadekirin nîşan bidin, li navenda şengalê li hev kom bûn.

Nûnerên Êzidî, Ereb, Sûne, Şîa, serokeşîr, oldar, rêxistin û partiyên herêmê, anku nûnerên hemû pêkhateyên Şengalê tevlî vê meşê bûn.

Girseya gel bi hildana pankartên bi nivîsa "Em tu biryarên li derveyî îradeya gelê Şengalê qebûl nakin", "Em desthilatdariya Herêma Kurdistanê ya li ser Şengalê qebûl nakin" dest bi meşê kir.

Di dawiya çalakiyê de wê li Çerxerêya Qibayilê daxuyaniyek bê dayin.