Navendeke polîsan li başûrê Parîsê rastî êrişekê hat

​​Li Fransayê duh bi şev derdora 40 kesî bi ”Bombeyên Hawin” êrişî navendeke polîsan li taxa başûrê Parîsê kir.

Navendeke polîsan li başûrê Parîsê rastî êrişekê hat
11 cotmeh, 2020   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El-Hurra mudirê polîsan a Parîsê got di êrişê de zirar bi gelek erebeyên polîsan û deriyê têketina ya cam a navendê ya li bajarê Champagne-sur-Marne yê aliyê başûrê Parîsê, hatiye.

Ev bûyer beriya nîvê şevê destpê kir û piştî saeteke bi dawî bû û tu kes ji ber êrişê nehatine girtin.

Navenda polîsan gelek caran rastî mîna vê êrişan hatiye, nexasim di Nîsana borî de dema ferzkirna qedexeya derketina derve.

(şx)