Di teqîneke li Îranê de 2 kes hatin kuştin

Li herêma Xûzistanê ya başûr rojavayê Îranê ya bi petrolê dewlemend e, di teqînekê de herî kêm 2 kes hatin kuştin.

Di teqîneke li Îranê de 2 kes hatin kuştin
11 cotmeh, 2020   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Radyo û Televizyonê ya Îranê ragihand ku ji ber herikîna gazê teqînekê rû daye û herî kêm 2 kes hatine kuştin.

Di dîmekê ji cihê teqînê de li bajarê Ehwaz ku navenda herêma Xûzistanê ye, xuya dibe ku tîmên rizgariyê di nava bermahiyên avahiyekê de ya li nêzî sûka bajêr, li kesên ji teqînê filitîne digerin.

Teqîn yek ji rêzeteqînên ku di mehên dawîn de li Îranê rû didine, ku gelek nuqte, kargehên nuklerî, stasyonên eleketrîkê û baregehên perwerdeyê yên Pasdarên Îranê hatibûn hedefgirtin.

Di dawiya meha Hezîrana borî de li navendeke tenduristiyê ya paytexta Îran Tehranê, teqînekê rû dabû û 19 kes hatibûn kuştin.