Radical Women: Em hêza xwe ji şoreşa jinê ya Rojava digirin

Rêxistina Radical Women piştgiriya xwe bi şoreşa Rojava re ragihand û got: “Em li dijî dagirkeran bi we re ne. Em hêza xwe di têkoşîna li dijî Naziyan de, ji we digirin.”

Radical Women: Em hêza xwe ji şoreşa jinê ya Rojava digirin
11 cotmeh, 2020   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Radical Women ya Amerîka û Ewusturalyayê bi daxuyaniyekê piştigiriya xwe ji Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan a li dijî dagirkeriyê, nîşan da.

Daxuyanî wiha ye:

“Xwişkên me yên hêja di şoreşa jinê ya Rojava de..

Rêxistina Radical Women enternasyonlaîstbûna we, fikrên we yên piştgiriya bi jinan re û têkoşîna we ya li dijî hêzên dewleta Tirk a zordar, silav dike. Lehengiya we nîşan dide ku birêvebirina jinan û wekevî, hêzeke bi bandor e. Em bi mafên we yên diyarkirina çarenûsa xwe di aliyê çand, ziman û nasnameya we re ne.

Têkoşîna Rojava ji bo kurdan û Tirkên azadîxwaz û demokratîkxwaz nimûne ye. Em li Amerîka û Ewusturaliyayê li dijî dagirkerî, mêtîngerî, zihniyeta baviksalarî û empîryalîzmê, bi we re ne. Em hêza xwe di têkoşîna li dijî Naziyan de, ji we digirin.

Em dengvedana dengên we yê dibêje `Na ji qirkirina komî re! Na ji dagirkeriyê re! Em jin û jiyanê biparêzin, dibihêzin. Em piştgiriya we dikin”

Debbie Brennan, Radical Women, Ewusturaliya

Helen Gilbert, Radical Women, Amerîka."

(cx)