Hikumeta Şamê ragihand ku şewatên li beravê vemirandine

Îro hikumeta Şamê ragihand ku hemû şewatên li beravên Sûriyê hatine vemirandin. Li aliyekî din welatiyên Sûriyê li ser malperên tevna civakî rexne kirin û gotin hemû daristan û berhemên çandiniyê şewitîne.

Hikumeta Şamê ragihand ku şewatên li beravê vemirandine
11 cotmeh, 2020   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Çandiniyê yê hikumeta Şamê Mihemed Hesan Qetna got: “Hemû şewatên ku ji berbanga înê de li parêzgehên Lazîqiyê, Tartûs û Humisê derketibûn, hatine vemirandin.”

Qetna ji ajansa fermî “Sana” re diyar kir ku bi giştî 156 şewat derketibûn, ji wan 95 li Lazîqiyê, 49 li Tartûsê û 12 li Humisê. Her wiha destnîşan kir ku şewata li nuqteya El-Bela ya Humisê vê sibehê hatiye vemirandin.

Wezîrê Çandiniyê got: “Tîmên agirkujiyê û parastina sivîl ên li cihên şewatê, bi alîkariya balafirên artêşê xebatên vemirandinê li parêzgeha Lazîqiyê dewam dikin, da ku careke din şewat dubare nebe.”

Welatiyên Sûriyê li ser malperên tevna civakî daxuyaniya Qetna rexne kirin û gotin: “Tedbîrên hikumetê dereng pêk hatin.”

Hunermendê Sûrî Beşdar Îsmaîl li ser hesabê xwe yê Facebookê, wiha nivîsî: “Tevî rewşa xemgîniyê jî, ez bi agahiya vemirandina hemû şewatên li Lazîqiyê keniyam. Hunermendê Sûrî piştrast kir ku tu kesî şewat venemirandin, lê belê tişt nema ku bişewite."

(cx)