` Bêdengiya civaka navneteweyî ji bo aştiya cîhanî gef e`

Yekîtiya Parêzeran a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû cureyên sûcên navneteweyî yên sûcên şer, dijmirovî û qirkirina nijadî ku sîstema bingehîn a Roma ya dadgeha cezayan a navneteweyî ceza dike. Bêdengiya civaka navneteweyî jî jêdera belaya ku aştiya cîhanî tehdîd dike.

` Bêdengiya civaka navneteweyî ji bo aştiya cîhanî gef e`
9 cotmeh, 2020   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera yekemîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Serêkaniyê û Girê Spî û pêkanîna hovantirîn sûcan li dijî şêniyên ku di nava ewlehiyê de bûn, Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 9`ê Cotmeha 2019`an de dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan di bin navê Kaniya Aştiyê de bi piştgiriya komên muxalîf ên Sûriyê  êrişî herdu bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di encama êrişê de herdu bajar hatin dagirkirin û bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha çekên qedexekirî (fosfor) hatin bikaranîn, malên sivîlan, dibistan û nexweşxane hatin topbarankirin, şêniyên wê hatin koçberkirin û milkên wan hatin desteserkirin. Guhertina demografiya herêmê bi rêya bicihkirina şêniyên ji parêzgehên din li şêniyên şêniyên resen ên ku ji ber êrişê koçber bûne, bû sedem ku ewlehî li her du bajarên tune bibe.

Beriya wê dewlet Tirk di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî Efrînê kir û dagir kir, lê civaka navneteweyî bêdeng man û hîna jî di xewa giran de ye.

Dewleta Tirk a dagirker hemû cureyên sûcên navneteweyî yên weke sûcên şer, dijmirovî û qirkirina nijadî ku sîstema bingehîn a Romayê ya dadgeha cezayan a navneteweyî ya 1998`an ceza dike, pêk anîn û hîna li gel tune bûna muhesebekirinê pêk tîne.

Dewleta Tirk bi sûcên xwe yên hanê, qanûna navneteweyî ya giştî û mirovî, nesaxim lihevkirinên Cinevê û protokolên wê bi taybet madeya 33'yan a lihevkirina çaran a Cinevê ya sala 1949`an, binpê dike.

Paşguhkiirna rêxistinên mafan a navneteweyî û bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî binpêkirinên li dijî mafên mirovan û armancên NY`yê, jêdera belayê ye ya ku aştiya navneteweyî tehdîd dike.

Em sûcên ku dewleta Tirk li ber çavên civaka navneteweyî pêk tîne şermezar dikin û di heman demê de bang li rêxistinên hiqûqî dikin ku dagirkeriya li herêmê bi dawî bikin û berpirsên wan sûcan li dadgehên navneteweyî yên pispor darizînin û koçberan vegerînin warên wan."

(oh/şx)

ANHA