ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09- 10-2020`AN
8 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Li kampa Waşûkanî, navçeya Til Temir, Hesekê û Dirbêsiyê bi wesîleya salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Kobanê bi boneya destpêkirina êrişên dagirkirinê yê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî çalakiyeke protestoyî li qada Jina Azad li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Emîne Osê bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk û got faşîzma Tirk a Tûranî û îslama siyasî ya radîkal di her welatekî de ji bo kûrkirina aloziyan hewl dide û got divê were fêmkirin ku fobiya dewleta Tirk ne tenê li hemberî gelê Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pisporê qanûna navneteweyî yê Fîlistînî Dr.Ebdulkerîm Şibêr got, tedbîrên dawîn ku hikumeta Tirkiyê li djiî rêber Abdullah Ocalan de girtiye, qanûna navneteweyî û mafên mirovan binpê dikin. Mamosteyê qanûna giştî ya navneteweyî li Misirê Eymen Selama jî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku van binpêkirinên mezin bi dawî bike. (BI WÊNE).

- Kesayetên welatparêz ên Dêrikê diyar kirin ku êdî her kes dizane ku hêviyên gelên bindest ên di Rojhilata Navîn de rêber Abdullah Ocalan e, ji ber vê yekê dewlet û sîstemên kapîtalîst bi tevahiya rêbazan hewldana têkbirina şoreşa exlaq, zanist û wijdanê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî salekê ji dagirkirina katona Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, encamên bi tehlûke û gelek zirar di hemû aliyan de pêk hatin. Hevserokê Kantona Girê Spî bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku koçber bi ewlehî vegerin bajar û gundên xwe. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên ji navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku pêngava binçavkirinê ya ku desthilata Tirk li dijî parlamantoyên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê dide meşandin li dijî qanûnên navneteweyî ye û divê hesab ji desthilatê were xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên Serêkaniyê û Girê Spî yên koçber bûne, destnîşan kir ku gelek dewletan dagirkeriya Tirk a li herêmên wan rewa kirin. Jinên bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin û hêvî kirin ku di demeke nêzî de vegerin warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li Kampa Weşokanî ji ber paşguhkirina rêxistinan, gelek zarokên ku ji ber şewatên laşên xwe azarên dikişînin hene. Di nav de Leys Hico yê ku dibêje: “Êdî vegera rûyê min mîna berê ji bo min bûye xewnek” heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA